19:48 24 Hezîran 2018
Mariya Zaxarova

Rûsya: London RTyê bigire, ti dezgeheke medyaya îngilîz jî dê nikaribe li Rûsyayê bixebite

© Sputnik / Sergey Pyatakov
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova got ku ger Brîtanya televizyona Russia Today (RT) bigire, dê yek dezgeheke medyayî ya îngilîz jî nikaribe li Rûsyayê kar bike.

Zaxarova di bernameyeke televizyona Rossiya 1ê de axivî û got, "Ez hema dikarim vê yekê ji we re bibêjim ku ger ew RTyê bigirin, li welatê me dê ti saziya medyayê ya îngiliz nexebite."

Li Parlamentoya Brîtanyayê çen parlamenteran li dijî televîzyona RTyê pêşniyar kiribû ku betalkirina lîsansa wê ya li Brîtanyayê jî di nav de, bila hinek astengî lê werin kirin. Serokwezîra îngiliz Theresa May her çi qas rasterast bersiv neda vê pêşniyarê jî, bi bîr xist ku ew ê roja çarşemiyê ji bo mueyîdeyên li ser Rûsyayê bi parlamenteran re hevdîtinê bike.

Zaxarova li ser tawanbarkirina Rûsyayê ji aliyê Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May ya derbarê jehrîkirina Skripal de jî got, li ser hebûna destê Rûsyayê div ê bûyerê de ti delîlek tune ye û got, "Derbarê bûyera jehrîkirinê de ti tiştek nayê zanîn. Theresa May jî tiştekî nizane û li ber destê ti delîlek tune ye. Werin em bi awayekî eşkere û objektif bipeyivin."

Zaxarova herwisa derbirî ku Brîtanyayê derbarê lêpirsîna ji bo jehrîkirina Skripal de ti otorîteyeke rewa nexistiye meriyetê.

Bi heman mijarî:

Putin: Divê Îngiltere mijara Skripal çareser bike
Peskov: Ji bo lêpirsîna bûyera Skripal em amade ne bi Îngîltereyê re hevkariyê bikin
Amerîka: Em di lêpirsîna Skripalê de ligel Brîtanyayê ne
Etîketan:
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, RT, Mariya Zaxarova, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de