03:16 23 Nîsan 2018
    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova

    Wezareta Derve Ya Rûsyayê, bangî balyozê Îngîlistanê kir

    © Sputnik /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî daxuyaniya serokwezîra Îngîlistanê Theresa May ku got berpirsê jahrîbûna sixurê rûsî Sergey Skripal û qîza wî rûsyaye, Wezareta Derve ya Rûsyayê bangî balyozê Îngîlistanê kir.

    Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova daxuyan ku Balyozê Îngîlistanê yê Rûsyayê Laurie Bristow ji ber gotinên Serokwezîra Îngîlistanê Theresa May, li wezareta karên derve ya Rûsyayê ye. Zaxarova da zanîn ku Serokwezîra Îngîlistanê Theresa May, derbarê jahrîbûna bi xazê ya sixûrê rûsî yê berê Sergey Skripal û qîza wî de axivî ye û bilêvkiriye ku Rûsya ji kuştina wan berpirsyare û muhlet dane Rûsyayê da ku derbarê bûyerê de daxuyaniyekê bide. Hat ragihandin ku Sergey Skripal û qîza wî ku rastî êrîşa xaza bi jahrî hatibûn giran birîndarin û tên dermankirin.

    Her wiha sixûrê berê Skripal di sala 2006an de bi hinceta ku bi serwîsa MI6 ya Îngîlistanê re hevkarî kiriye 13 salan cezayê girtîgehê stendibû, di sala 2010an de serokê dewletê Dmitriy Medvedev, di çarçoveya bi guherîna sixûran ya bi DYAyê re Skripal hatibû bexşandin û li Îngîlistanê dijiya.

    Bi heman mijarî:

    May: Bi îhtimaleke mezin Rûsya ji jehrîbûna sixurê berê berpirsyar e
    Rûsya bertek da Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May
    May ji bo skandala destdirêjiya cînsî li parlamentoyê lêborîn xwest
    Parlamentarên Îngilîz ji bo Kurdistanê bangewazî li Theresa May kirin
    Etîketan:
    jahrîbûn, Rûsya, Sixûr, mariya zaxarova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de