18:29 19 Nîsan 2018
    Serokê Serekanê Rûsyayê Valeriy Gerasimov

    Sererkaniya Rûsyayê: DYAyê Sûriyeyê bombebaran bike em ê bersivê bidin

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Sererkanê Rûsyayê Valeriy Gerasimov heke DYAyê Sûriyeyê bombebaran bike wê jiyana leşkerên Rûsyayê bikeve xetereyê, wê demê em ê jî bersivê bidin.

    Sererkanê Rûsyayê Valeriy Gerasimov derbarê êrîşên ser DYAyê lı ser Sûriyeyê de axivî. Gerasimov daxuyand ku paytex Şam jî di nav de heke xalek Sûriyeyê bê bombekirin û ji bo jiyana leşkerên Rûsyayê bibe rewşek xeternak, hem  moşekên ku li dijî leşkeran hatine bikaranîn û hem jî wesaîtên ku moşek barkirine wê bibin armancên me.

    Sererkanê Rûsyayê bibîrxist ku li hin saziyên fermî yên Şamê û avahiyên girêdayî artêşa Sûriyeyê, rayedar, polis û leşkerên rûsî cih digrin.

    Gerasimov da zanîn ku Dewleta Yekîtiya Amerîkayê (DYA) li ser Sûriyeyê planekê dike û bi hinceta ku hikumeta Sûriyeyê çeken kîmyewî bikaranîye, li dijî hin deverên ku di destê Şamê de ne dixwaze êrîşa bi moşekan pêk bîne.

    Her wiha Gerasimov eşkere kir ku heke ji ber êrîşên DYAyê jiyana leşkerên Rûsyayê bikeve rewşek xeternak, hem moşekên ku hatine bikaranîn û hem jî wesaîtên ku moşek bar kirine wê bê bersiv nemînin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Milîtanên li Xûtaya Rojhilat 30 topên hawanê avêtin Şamê
    Rûsya: El Nûsrayê li Xûtaya Rojhilat gaza klorê bikar anî
    May: Bi îhtimaleke mezin Rûsya ji jehrîbûna sixurê berê berpirsyar e
    Rûsya: NATO li Ewropayê 'Schengena leşkerî' ava dike
    Rûsya: Milîtanên li Xûtaya Rojhilat, tehliyekirina sivîlan dinirxînin
    Etîketan:
    DYA, Rûsya, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de