02:28 25 Gulan 2018
    Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Vasiliy Nebenzya

    Rûsya: El Nûsrayê li Xûtaya Rojhilat gaza klorê bikar anî

    © AFP 2018 / Jewel SAMAD
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ji bo nirxandina 2 hefteyên biryara agirbesta 30 rojî li Sûriyeyê civiya. Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li NYyê Vasiliy Nebenzya diyar kir ku rêxistina El Nûsrayê 5ê Adarê li Xûtaya Rojhilat çeka bi gaza klorê bi kar aniye.

    Di civîna KENYyê de Nebenzya, li ser tohmbetbariyên bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyeyê ve, bal kişand ser bikaranîna çeka bi gaza klorê û wiha axivî:

    "Li gor daneyên berdest, El Nûsrayê 5ê Adarê bi bikaranîna madeya gaza klorê li Xûtaya Rojhilat bûye sedema birîndarbûna 30 sivîlan. Ev hemû xweşkirina zemîna bikaranîna hêzê li dijî Sûriyeya serbixwe têne kirin."

    'MAFÊ HIKÛMETA SÛRIYEYÊ YE GEFÊN TERORÊ TUNE BIKE'

    Nebenzya herwiha têkoşîna hikûmeta Sûriyeyê li dijî terorîstan jî got, "Operasyona leşkerên Sûriyê ya li dijî terorê ne li dijî biryara agirbestê ya 2401ê ye. Mafê hikûmeta Sûriyeyê heye gefên li ser ewlekariya hemwelatiyên xwe tune bike."

    'CIHÊ HERÎ ALOZ XÛTAYA ROJHILAT E'

    Nebenzya destnîşan kir ku çoltera Şamê hîn jî ‘hêlîna terorîstan e' û diyar kir, "Hewlên terorîstên ên bênavber ji bo xirakirina agirbestê dibin sedema berdewama aloziyê li Sûriyeyê û helbet di vê çarçoveyê de cihê herî aloz herêma Xûtaya Rojhilat e."

    Hêjayî gotinê ye Nûnera Daîmî ya Amerîkayê li NYyê Nikki Haley jî di heman civînê de ragihand ku wan pêşnûmayeke nû ya agirbestê amade kiriye û dê vê carê agirbesta rijd bilez li Xûtaya Rojhilat û Şamê bikeve meriyetê.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Em hewil didin meseleya Efrînê bi Tirkiyê re bi rêyên dîplomatîk çareser bikin
    Li Hewlêrê Nivîsîngeha Ajansa Geşepêdana Navdewletî ya Amerîka hat vekirin
    TSK: Li Cindirêsê bi teqîna bombeyê leşkerekî tirk can da
    Li Ewropayê ji bo piştgiriya Efrînê xwepêşandan hatin lidarxistin
    May: Bi îhtimaleke mezin Rûsya ji jehrîbûna sixurê berê berpirsyar e
    Etîketan:
    Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de