02:23 20 Nîsan 2018
    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn

    Pûtîn: Armanca mueyîdeyan rê girtina Rûsyayê ye

    © Sputnik / Natalya Seliverstova
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vlamdimîr Pûtîn ragihand ku yekane armanca mueyîdeyên Amerîka û welatên din, rê girtina pêşketina Rûsyayê ye.

    Pûtîn ji Megyn Kelly a pêşkeşvana televîzyona NBCê re axivî û got: "Teqez eleqeya mueyîdeyan bi îdiaya mudexaleya hilbijartina Amerîkayê ya Rûsyayê tine ye. Bi temamî armanca mueyîdeyên cuda ye. Ev yek bi rê girtina pêşketina Rûsyayê girêdayî ye. Armanca rawestandina Rûsyayê ye."

    Pûtîn Forûma Aboriyê ku li bajarê St. Petersburg hat lidarxistin bibîrxist û wiha pê de çû: "Şandeya herî mezin a bazirganan ji Amerîkayê hatibûn. Gelek kes dixwazin bi me re bixebitin, lê destûr nayê dayîn. Bi vê yekê dixwazin rê li ber Rûsyayê bigirin."

    ‘NE MIMKÛN E RÊ LI BERIYA RÛSYAYÊ BÊ GIRTIN'

    Pûtîn got: "Di ti mijarê de rê li beriya Rûsyayê nayê girtin. Divê ev yek were fêmkirin. Lê binerin hûn nikarin rê li Koreya Bakur jî bigirin. Hûn behsa çi dikin? Çima vê yekê dikin? Çi hewceye kur ê li beriya hev digirin, hevdu sûcdar dikin û êrişî hevdu dikin. Em pêşniyara hevkariyê dikin."

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn: Amerîka 'karên qirêj' dike û kesên din tawanbar dike
    Piştgiriya bo Pûtîn bi ser 60%î de ye
    Ji Pûtîn peyama 8ê Adarê: Jin bi taybetmendiyên xwe yên tîpîk ji zilaman bi avantajtir in
    Kremlin: Erdogan li ser ketina balafira rûsî serxweşî da Pûtîn
    Pûtîn û Erdogan li ser Sûriyeyê axivîn: Efrîn jî hat rojevê
    Etîketan:
    armanc, mueyîde, televîzyona NBCê, Vladimîr Pûtîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de