07:53 20 Nîsan 2018
    Rusya Devlet Başkanı Vladimir Putin

    Putin: Îdiayên ku Şamê çekên kîmyewî bikaraniye derewin

    © Sputnik /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn daxuyand, îdiayên ku artêşa hikumetê li Sûriyeyê çekên kîmyewî bikaraniye ne rastin. Pûtîn li ser mijara Reqayê jî got, hevpeymaniya Navdewletî ya bi pêşengiya DYAyê li Reqayê operasyona bêsînordar lidarxist, divê ev bê lêkolînkirin.

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji NBCyê re axivî û bersiv da pirsa, ‘gelo îdiayên ku artêşa hikumeta Sûriyeyê çekên kîmyewî bikaraniye rastin an derew?' Pûtîn, "Helbet derew in, hikumeta Sûriyeyê çekên kîmeyewî yên di dest de îmha kir." Pûtîn bibîrxist ku berpirsyariya bikaranîna çekên kîmyewî yên radikal girtine ser xwe û wiha domand: "Ev hemû ji ber unsûrên radîkal pêk tên ku hikumeta Sûriyeyê pê sûcdar bikin, em ji vê planê haydar in."

    Pêşkeşvana NBCyê ji Pûtîn re wêneyên "termên zarokên ku tê îdiakirin ji ber bikaranîna çekên kîmyewî yên hikumeta Sûriyeyê hatine kuştin" pirsî û wiha bersiv da: "Hûn pê bawerin ku ji ber kiryarên hêzên artêşa hikumetê hatine kuştin? Ez berevajî difkirim, ev ji ber kiryarên unsûrên sûcî pêk hatin."

    Her wiha Pûtîn da zanîn ku heta niha derbarê bûyeran de lêkolînek berfireh nehatiye kirin û pêdiviya lêkolînek bi şertê palpişt bên komkirin heye. lê heta niha ti tişt nehatiye kirin. Pûtîn li ser mijara Reqayê jî got, Hevpeymaniya Navdewletî ya bi pêşengiya DYAyê li Reqayê operasyona bêsînordar lidarxist, divê ev jî lêkolînkirin.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn: Amerîka 'karên qirêj' dike û kesên din tawanbar dike
    Piştgiriya bo Pûtîn bi ser 60%î de ye
    Pûtîn û Erdogan li ser Sûriyeyê axivîn: Efrîn jî hat rojevê
    Etîketan:
    DYA, Reqa, Kuştin, Vladimîr Pûtîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de