Hyten amajê pê kir ku Amerîka dikare bersivê bide hemû êrîşên Rûsyayê û got, "Em amade ne ku bersivê bidine hemû fişaran lewra divê gumana kesî ji vê yekê tune be."
‘NIZANIN BÊ NOQAVÊN ME LI KÛ NE'
Genereal Hyten got, "Nizanin bê noqavên me li kû ne, lewra ez dikarim bibêjim ku ew (noqavên me) dikarin welatên wan (Rûsyayê) ji nav bibin."
Demek berê komek senatorî piştî axaftina Pûtînî ya li Meclisa Federal a li ser çekên nû bang li Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson kiribû ku di warê hevsengiya stratejîk de dest bi diyalogê bike.
Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) di Stratejiya xwe ya Berevaniyê ya Netewî de destnîşan kiribû ku herî zêde Çîn, Rûsya, Koreya Bakur û Îran ewlehiya netewî ya DYAyê fişa in.
Hemû şirove
Pêşandana şiroveyên nuh (0)
Berseva li ser(Pêşandana şiroveyêGirtina şiroveyê)