00:58 26 Nîsan 2018
    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û hemkarê wî yê Amerîkî Rex Tillerson

    Ryabkov: Lavrov û Tillerson hev nedîtine û dê hev nebînin

    © REUTERS / Maxim Shemetov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov ragihand ku Wezîrê Derve yê Rûsyayê li paytexta Etiyopyayê Addisê bi hevkarê xwe yê amerîkî Rex Tillerson re hev nedîtiye û ji niha û pê de jî hev nebînin.

    Ryabkov derbarê hevdîtina muhtemel a Lavrov û Tillerson re ji çapemeniya rûsî re axivî û got, "Hevdîtinek pêk nehat û dê pêk neyê. Ji bo hevdîtinê em dê li dem û derfeteke din bigerin."

    Lavrov duhî di civîna li Harareyê axivî bû û gotibû, "Di navbera Moskowa û Washingtonê de ji bo hevîtinê temasek pêk nehatiye."

    Lavrov herwiha gotibû, "Rex Tillerson di çarçoveya civîna Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) daxwaza hevdîtinekê kiribû lê dem û derfet çênebû ku hevdîtinek pêk were. Tillerson nehate wir. Pîştî ku 3 roj derbas bûn û ez vegeriyame Moskowayê Tillerson cardin geriya û xwest ku em hev bibînin. Em hîn bûn ku em herdu jî dê li Addis Abada bin û di vî warî de pêşniyariyeke me ya hevdîtinê çêbû. Amerîkiyan go em li ser bifikirin."

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Rêkeftina hevdîtinê ya Trump û Kim Jong-un gaveke baş e
    Zaxarova: Di civîna Lavrov, Çavuşoglu û Zerîf de dê nûner û dijberên Sûriyeyê beşdar nebin
    Kazakistanê civîna Lavrov, Zarîf û Çavuşoglu piştrast kir
    Lavrov: Bi tenê diyalog dikare dawî li şerê navxweyî yê li Yemenê bîne
    Lavrov: Divê terorîst weke yên ‘baş' û ‘nebaş' neyên dabeşkirin
    Etîketan:
    Civîn, Têkiliyên Rûsya û Amerîkayê, Hevdîtin, Rex Tillerson, Sergey Lavrov, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de