05:49 22 Nîsan 2018
    Rusya Dışişleri Bakanı Sergey Lavrov

    Lavrov: Rêkeftina hevdîtinê ya Trump û Kim Jong-un gaveke baş e

    © Sputnik /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li ser rêkeftina ji bo hevdîtinê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un got, "Ev gaveke rast e."

    Lavrov li bajarê Addis Abadayê yê paytexta Etiyopyayê di civîna çapemeniyê de axivî û got, "Beriya her tiştî, ev gaveke rast e. Em îro ji rêkeftinê agahdar bûn. Hêvî dikim hevdîtin wê pêk were. Ji bo normalîzekirina rewşa li nîvgirava Koreyê pêwistî bi vê yeke heye."

    Lavrov anî ziman ku ew vê rêkeftinê bi kêfxweşî pêşwazî dikin û bi bîr xist ku Rûsya jî ji bo kêmkirina aloziyê û çareserkirina li ser mijara pirsgirêka nukleerî ya li nîvgirava Koreyê diyalog pêşniyar kir.

    Bi heman mijarî:

    Trump û Serokê Koreya Bakur di meha gulanê de wê hevdîtinekê pêk bînin
    Trump: Dibe ku di vekirina balyozxaneya Amerîka ya Qûdsê de amade bim
    Merkel û Trump rewşa Sûriyê axivîn
    Koreya Bakur û Koreya Başûr li hev kir ku xeta sor di navbera wan de were damezirandin
    Ji Amerîkayê daxuyaniya Koreya Bakur: Divê çekên nûkleerî biterikîne
    Serokê Koreya Bakur, serokê Koreya Başûr vexwend welatê xwe
    Etîketan:
    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de