08:48 23 Nîsan 2018
    Sergey Lavrov

    Lavrovî li ser casûsê rûsî yê ku bi gazeke sînîran hatibû jehrkirin daxuyaniyek da

    © REUTERS / Djordje Kojadinovic
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî ku hinek siyasetvanên brîtanî îma kiribû ku Rûsya berpirsyar e ji jehrkirina casûsê rûsî yê berê Sergey Skripal bi gazeke ku madeyeke sînîran a ku navê wê nehatiye eşkerekirin, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ew tawanbarkirin wek "hîsterî û propoganda" bi nav kirin.

    Piştî ku Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li gel Serokê Komisyona Yekîtiya Afrîkayê Mûsa Fakî civiya, herduyan civîneke hevpar bi rê ve bir û Lavrovî got, "eger em werin ser pirsa we(tawanbarkirinên îdîa dikin ku Rûsya li dû jehrkirina Skripalî ye), me derbarê vê de yek tiştê wek delîl bihesibe nebihîstiye."

    ​Lavrov got "lê em li wan roportajên hevkarên xwe yên didin televizyonan temaşe dikin ku îfadeyên cidî li ser rûyê wan e û toneke bibandor di dengê wan de ye û dibêjin "eger bê zanîn ku tawanbar Rûsya ye, dê bersiveke wiha bidin vî welatî ku qet ji bîr neke" û wiha dewam kir: Ev tiştên wiha ne ku mirov bi cidiyet li wan nanere. Ev xwerû propganda û hîsterî ne."

    Herwiha Lavrov diyar kir ku eger "ji dêvla kanalên propogandayê, di ser kanalên profesyonel" re xwe bigihînin wan, eger îşareteke têkilîdarî pêwîstiya bi alîkariya Rûsyayê were û eger agahiyên pêwîst di destê Moskowê de hebin ku alîkariya lêpirsînê bikin, amade ne ku alîkarîkirina lêpirsînê binirxînin.

    Ji aliyê din ve, Lavrov got ku gera li peydakirina yeksaneyekê di navbera tiştê hatiye serê Skripalî û bûyera jehrîbûna Aleksandr Litvinenko bi madeya radyoaktîv di sala 2006an de li Londonê, bêwate ye.

    Lavrov destnîşan kir ku " di lêpirsîna li ser mirina Litvinenkoyî de ku hewl didin tawanê têxin stûyê Rûsyayê, heta dawî lêpirsîn nehatiye kirin" û wiha dewam kir: "(Di mijara mirina Litvinenkoyî de) me pêşniyara hevkariyê kir lê dadgêriya brîtanî, tenezul nekir û darizandineke ku bi delîlan nayê piştgirtin têra wê kir. Gelek rastiyên têkilîdarî vê trajediyê hatin bincilkirin."

    Polîsê îngilîzî ragihandibû ku roja yekşemê li herêma Salisbury bi gaza siniran destwerdan li casûsê rûs ê berê Sergey Skripal û qîza wî Yuliya Skripalê hatibû kirin û ew wek heldana kuştinê nirxandibû.
    Hat diyarkirin ku him rewşa Skripalî û him a qîza qîza wî giran e û siyasetvanên brîtanî îma kiribû ku Rûsya berpirsyara tiştê hatiye serê casûs û qîza wî. Kremlinê jî ev tawanbarkirin red kiribûn.

    Bi heman mijarî:

    ‘Endamtiya Rûsyayê ya Komîteya Olimpiyadan ji nû ve hat destpêkirin’
    Lavrov: Amerîka li dijî Rûsyayê perwerdeya çekên nukleerî dide artêşên Ewropayê
    Ji Wezareta Berevaniya Rûsyayê vîdyoya ‘Roja Mirovên Nazik’
    Iraq: Amerîka be na jî em bi biryar in sîstema parastina hewayî ji Rûsyayê bistînin
    Putin: Li dijî Rûsyayê an jî hevkarên wê çeka nuklerî were bikaranîn, dê bersiv were dayîn
    Herî zêde şîrketên Rûsyayê wê Di Eurasia Airshowê de cih bigrin
    Etîketan:
    Mûsa Faki, Sergey Lavrov, Brîtanya, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de