14:55 19 Nîsan 2018
    el nusra

    Rûsya: Çalekiyên milîtanan li Sûriyeyê dibe sebeba serhildanan

    © REUTERS
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Yek ji berpirsê navenda lihevanîn a Rûsya li Sûriyeyê General Vladimîr Zolotuhîn di axaftina xwe de ragihand ku çalekiyên milîtanên li hinek niştecihên Sûriyeyê dibe sebeba serhildanan.

    Yek ji berpirsê navenda lihevanîn a Rûsya li Sûriyeyê General Vladimîr Zolotuhîn di axaftina xwe de got: "Çalekiyên milîtanan ên li Mesraba, Modiara, Hammuriye, Sakba, ayn Terma, Cisreyn, Arbil û Dumayê dibe sedema serhildanên biçûk. Ji xeyrî vê agahiyên ku li Xutaya Rojhilat milîtanên ku dixwazin bi malbatên xwe re herêmê biterikînin ji me re tên. Lê rêvebirên wan li dijî vê derdikevin û wan tehdîd dikin."

    ‘MILÎTANAN GUVAŞÊN XWE YÊN SER XELKÊ XUTAYA ROJHILAT ZÊDE KIRIN'

    Vladimîr Zolotuhîn di berdewamiya axaftina xwe de got: "Gelek peyamên ku sivîlên Xutaya Rojhilat dixwazin herêmê biterikînin ji me re tên, lê milîtan destûrê derketinê nadin û guvaşên xwe yên ser sivîlan zêde kirin. Milîtan di dema bêhnvedanên însanî de jî êrişên xwe didomînin. Heta niha ti kes negihîştiye noqteya derbasbûnê."

    Bi heman mijarî:

    'Ji ber êrîşa milîtanan, sivîl nikarin ji Xutaya Rojhilat derkevin'
    Bêhnvedana mirovî ya li Xutaya Rojhilat bi hewldana Pûtîn dest pê kir
    Peskov: Milîtanên li Xutaya Rojhilat sivîlan dîl digrin
    Xala kontrole ya hevpar li Xutaya Rojhilat dest bi xebatên xwe kir
    Etîketan:
    berpirsê navenda lihevanîn a Rûsya li Sûriyeyê, Vladimîr Zolotuhîn, Xutaya Rojhilat, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de