09:53 20 Nîsan 2018
    Paraşutvan Galina Metliyaeva û Yevgeniya Leonova

    Belgeyên qehremaniya jinên Sovyetê hatin weşandin

    Wezareta Bergiriya Rûsyayê
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Berevaniya Rûsyayê bi minasebeta 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan belgeyên arşîvî yên qehremaniya jinan di Şerê Mezin ê Welat (1941-1945) de weşandin.

    Wezaretê belgeyên arîşîvê yên wek name, wêne, rojname, nivîs û nûçe ji gel re vekirin.

    Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin, "Hemû parçeyên koleksiyonê çîrokeke minyaturê ye. Dema têne ber hev jî dibin kaleydeskopa wêrekî, lehengî û berxwedana jinan."

    Ji albûma Tabûra Asmanî ya 156an.
    Rusya Savunma Bakanlığı
    Ji albûma Tabûra Asmanî ya 156an.

    ÇAWÎŞA KU HICÛM BIRIYE SER DIJMINAN KOSTYANÎTSÎNA

    Di nûçeyeke rojnameya wê demê de, leşkera rûsî ji Pasevanên Rêber Natalya Kostyanîtsîna tê vegotin. Konstanîtsîna sala 1944an bi narincokê koma çekdarên dijmin bêbandor kir û rê ji êrîşa leşkerên Sovyetê re vekir.

    Gotareke rojnameyê derbarê Çawîşa Artêşa Sovyetê Natalya Kostyanitsinayê de.
    Rusya Savunma Bakanlığı
    Gotareke rojnameyê derbarê Çawîşa Artêşa Sovyetê Natalya Kostyanitsinayê de.

    ‘BI XATIRÊ WE RÊHEVALNO'

    Jina berpirsa bêtêlê Olga Filatkîna di 1943yan de ligel ku birîndar ket jî heta dawiyê peyamên xwe ragihandin. Gotina dawî ya Olgayê, "Almanan cihê em lê ne dagir kirin. Bi xatirê we hevalno! Bêtêlê diteqînim.' bû.

    Nîşanbaz Tatyana Baramzina.
    Wezareta Bergiriya Rûsyayê
    Nîşanbaz Tatyana Baramzina.

    HETA NEFESA DAWÎ ŞER KIR

    Nîşanbaza xwebexş Tatyana Baramzîna li sala 1944an ketibû nav artêşê û li meha Hezîranê çûbû şerê cepheya pişt dijmin. Gelek leşkerên almanî di şer de kuştin û piştre dema êrîş hat ser kampa lê bû, heta dawiyê şer kir. Tatyana bi guleyeke tanksiwarê ji nêzîk ve hat kuştin. Piştî mirina xwe nasnava ‘Qehremaniya Sovyetê' wergirt.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka derbarê kirîna S-400an de fişar li Tirkiyeyê kirin: Dê encamên wê hebin
    Piştgiriya bo Pûtîn bi ser 60%î de ye
    Robotek di 0.38 saniyeyan de Kupê Rûbikê rast dike
    Fermandarê NATOyê: Rûsya ji îxtilafên di navbera Hevpeymaniyê û Tirkiyeyê îstîfade dike
    TSK: Me Cindirês bi temamî kontrol kir, YPG: Şerê kolanan didome
    Pêşnûmaya tifaqa hilbijartinê li Parlementoya Tirkiyeyê hat pesendkirin
    Rûsya: Milîtanan kerwana ku ji 300 malbat û rojnamevanan pêk dihat gulebaran kirin
    Etîketan:
    Sovyet, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de