05:15 23 Hezîran 2018
Vladimîr Pûtîn li bajarê Samarayê bi muteşebbîsên jin re civiya  - 7ê Adara 2018an

Ji Pûtîn peyama 8ê Adarê: Jin bi taybetmendiyên xwe yên tîpîk ji zilaman bi avantajtir in

© REUTERS / Sputnik/Alexei Druzhinin/Kremlin
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di erefeya 8 ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhên de bi muteşebbîsên jin re civiya got jin bi taybetmendiyên xwe yên tîpîk ên weke bedewî, balkêşî û dilêriyê xwedî avantaj in.

Serokê Dewleta Rûsyayê Pûtîn di erefeya 8 ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhên de bi muteşebbîsê jin re civiya.

Pûtîn li bajarê Samarayê bi muteşebbîsên jin re civiya û bal kişande ser ‘taybetmendiyê jinan ên tîpîk' û behsa serkeftinên wan kir.

Pûtîn, "Ji bo ku wê derbasî ser karekî bibe an jî bibe hîssedarê wî karî divê hin taybetmendî bi mirov re hebin, divê taybetmendiyên serokatiyê bi yekî re mewcûd bin. Bi dîtina min rv taybetmendî bi jinana re hene, hetta nîsbetî zilaman jin xwedî avantaj in."

‘DEMA KU TAYBETMENDIYÊN JIN Û MÊRAN BÊNE BA HEV ENCAMEKE BÊMÎNAK DERDIKEVE'

Pûtîn, "Taybetmendiyên jinan bedewî, balkêşî û dilêrî ye. Tête gotin ku zilam zexmtir û qewîntir in lê ev wesfên serokatiyê dema bi taybetmendiên tîpîk ên jinan bîne ba hev encamên baştir derdikevin."

‘JI BO KU NEWEKHEVÎ ÇÊNEBE ÇI JI DEST ME TÊ DIVÊ EM BIKIN'

Serokê rûsî bal kişande ser newekheviya di navbera jin û mêran û got divê ev yek ji holê rabe. Em her tim dibêjin ku di vê jin û mêr xwediyê heman mafî bin. Ji bo jinan hin tişt zehmettir in. Mantelîteyek heye ku cîhana niha ya mêran e. Di vî warî divê ji bo ku newekheviyek di navbera jin û mêran dernekeve em gelek hewil didin."

Kseniya Sobçak
© Sputnik / Evgeniya Novozhenina
TEKANE NAMZEDA JIN, ‘LI HEMBERÎ HER KESÎ NAMZED'

Hêjayî gotinê ye ku di hilbijartina serokatiya Rûsyayê ya 18ê Adarê de tekane namzeda jin Kseniya Sobçak e.

Pêşkêşvan Sobçak ku berê jineke ku bernameyên şadiyê pêşkêş dikir veguherî jineke xwedan stîl ku xwe ‘li hemberî her kesî namzed' dibîne.

Bi heman mijarî:

Kremlin: Erdogan li ser ketina balafira rûsî serxweşî da Pûtîn
Pûtîn û Erdogan li ser Sûriyeyê axivîn: Efrîn jî hat rojevê
Ji Pûtîn û Infantino li Kremlînê şova futbolê
Pûtîn: Di 2017an de 72 tevgerên hêzên taybet yên biyanî hatin bêbandorkirin
Pûtîn beşdarî mîtîna piştgiryên xwe ya li Stadyûma Lujnikiyê bû
Etîketan:
Zilam, Jin, Civîn, Peyam, Ji Pûtîn peyama 8ê Adarê, Peyamê 8ê Adarê, 8ê Adarê, Vladimîr Pûtîn, Herêma Samarayê, Samara, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de