01:08 26 Nîsan 2018
    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Zaxarova

    Zaxarova: Di civîna Lavrov, Çavuşoglu û Zerîf de dê nûner û dijberên Sûriyeyê beşdar nebin

    © Sputnik / Vitaliy Belousov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Zaxarova ragihand ku ji bo civîna Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf ya ku dê 16ê Adarê li Astanayê were lidarxistin nûner û dijberên Hikûmeta Sûriyeyê neyên vexwendin.

    Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarovayê diyar kir, "Tê plankirin ku 16ê Adarê li paytexta Kazaxistanê Astanayê Wezîrên Karên Derve yê Rûsya, Tirkiye û Îranê li hev bicivin. Ev civîn bi formata xwe ji civînên berê vediqete. Lewra nûnerên hikûmeta Sûriyeyê, nûnerên dijberiya Sûriyeyê û ji bilî nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) li Sûriyeyê Staffan de Mistura dê çavdêr beşdarî civînê nebin."

    ‘HEYE KU BEŞDARÊN CIVÎNÊ BI NAZARBAYEV RE LI HEV BICIVIN'

    Zaxarovayê herwiha da zanîn, heye ku beşdarên civînê bi Serokê Dewleta Kazaxistan Nursultan Nazarbayev re jî li hev bicivin.

    Musteşarê Balyozxaneya Rûsyayê li Astanayê Musiyenko eşkere kiribû ku Lavrov, Çavuşoglu û Zerif 16ê Adarê li Astanayê bi mijarê Sûriyeyê li hev dicivin.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov, Zerîf û Çavuşoglu li Astanayê dicivin
    Rûsya: Îdiayên Amerîkayê yên li ser hevdîtinên Astanayê hevnegirtî û yekalî ne
    ‘Çavuşoglu, Lavrov û Zarif, meha pêş li Astanayê wê Sûriyeyê biaxivin'
    'Wezîrên karên derve yên Rûsya, Tirkiye û Îranê li Astanayê li hev dicivin'
    'Xistina balefira Rûsyayê ya li Idlibê, sabotaja pêvajoya Astanayê ye'
    Hevdîtinên Astanayê dest pê dikin
    Etîketan:
    Çareseriya Pirsa Sûriyeyê, Civîna Astanayê, Civîn, Mariya Zaxarova, Astana, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de