00:46 21 Nîsan 2018
    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin

    Putin: Peymanên Rûsya, Tirkiye û Îranê bi kêr tên

    © Sputnik /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin got, peymanên ku di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de li ser mijara Sûriyeyê hatine danîn, bi kêr tên.

    Rojnamegerê rûsî Vladimir Sovolyev di belgefîlma xwe ya bi navê ‘Pergala Cîhanê ya sala 2018an' de ji Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin pirs kir ku ew bi welatên din bawer dike an na.

    ‘TIŞTA KU DIVÊ PÊŞÎ WERE KIRIN EW E KU Jİ BO RÊZ LI BERJEWENDIYÊN ME WERE GIRTIN, DIVÊ EM RÊZÊ LI BERJEWENDIYÊN YÊN DIN BIGIRIN'

    Putin di bersiva xwe de ev tişt gotin, "Bawerî çi ye? Her welat xwediyê berjewendiyên xwe ye. Rûsya jî, welatên Rojhilata Navîn jî, Îran jî, Erebistana Siûdî jî, Misir jî, Îsraîl jî, Urdun jî… Aktorên kureyî yên wekî Amerîka, Çîn, Hindistanê jî xwediyê berjewendiyên xwe ne. Rûsya jî xwediyê berjewendiyên xwe ne… Tişta ku divê pêşiyê were kirin ew e ku ji bo rêz li berjewendiyên me were girtin, divê em jî rêzê li berjewendiyên welatên din bigirin. Ev pêvajoyeke zehmet e."

    ‘EM BI TIRKIYE Û ÎRANÊ RE RÛNIŞTIN'

    Putin di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt gotin, "Peywendiyên di navbera welatên herêmê de her çi qas zehmet dibe bila be, em bi Tirkiye û Îranê re rûniştin û em bûn garantören hinek peymanan. Ev peyman jî bi kêr tên."

    ‘EM LI SÛRIYEYÊ LI SER RÊYA XWE ÇÛN'

    Putin li ser pirsa Sovolyov ya ‘Di kêşeya Sûriyeyê de Rûsyayê çawa înisiyatîf bi dest xist?' ev bersiv da: "Em tenê li ser rêya xwe çûn, ev rê ji bo her kesî encamên erênî anî."

    'DIVÊ HEMÛ WELAT LI DIJÎ TERORÊ BIBIN YEK'

    Putin destnîşan kir ku bi tena serê xwe ne pêkan e ku teror were têkbirin û anî ziman ku divê li dijî terorê eniyeke bihêz û navdewletî were avakirin. Putin wisa berdewam kir: "Ev pirsgirêk tenê bi çekan nayê çareserkirin. Divê sedemên terorê ji holê werin rakirin. Ev sedem çi ne? Peywendiyên navdewletî yên ne adilane, xizanî û belengaziya li gelek welatan, bêperwerdehiya ciwanan. Welat divê hêzên xwe bikin yek û li dijî terorê eniyeke hevpar were avakirin."

    Bi heman mijarî:

    Putin ji Amerîkayê re got: Qalûqîl nekin, delîl nîşan bidin
    Wezareta Derve ya Amerîkayê: Em bi videoya Putin êşiyan
    ‘Yê ku pêşbaziya çekên nû da destpêkirin Putin nebû’
    Putin: Li dijî Rûsyayê an jî hevkarên wê çeka nuklerî were bikaranîn, dê bersiv were dayîn
    Putin: Me komeke mezin ya sivîlan ji Xûtaya Rojhilat tehliye kir
    Etîketan:
    bikêr hatin, peyman, Serokê Dewleta Rûsyayê, Vladimir Putin, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de