17:38 20 Nîsan 2018
    Balafira An-26

    Kremlin: Erdogan li ser ketina balafira rûsî serxweşî da Pûtîn

    © Sputnik / Georgiy Zimarev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Kremlinê bi daxuyaniyekê li ser pêwendiya telefonî ya Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku Erdogan li ser ketina balafira kargoyê ya rûsî ya li Sûriyeyê ketiye û 39 leşkeran jiyana xwe ji dest daye, serxweşî daye Pûtîn.

    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di hevdîtinê de herwiha her du serokan mijarên projeyên stratejîk ên qada enerjiyê nirxandine.

    Di daxuyaniya Kremlinê de hat ragihandin ku Erdogan derbarê operasyona dijî Efrînê de agahî dane Pûtîn û herwiha li ser mijara projeyên enerjiyê gotûbêj kirine.

    Erdogan di hevdîtinê de, ji bo balafira rûsî ya li Sûriyeyê ketibû û 39 leşkeran jiyana xwe ji dest dabû jî sersaxî ji Pûtîn re xwest.

    Etîketan:
    Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de