17:28 22 Nîsan 2018
    Sergey Ryabkov

    Ryabkov: Em hewil didin bi DYAyê bidin famkirin ku nirxandinên wê yên li ser Xûtayê şaş in

    © Sputnik / Valeriy Melnikov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov ragihand ku Amerîka û milîtan li Xûtaya Rojhilat ‘navberdayîna mirovî' binpê dikin û got em hewil didin bi Amerîkayê bidin fêmkirin ku nirxandinên wê li ser Xûtaya Rojhilat dûrî rastiyê ne.

    yabkov derbarê derbarê îdiayên Washingtonê ku dibêje ‘Moskowa biryarên KENYyê li Xûtaya Rojhilat binpê dike' de axivî, "Di vî warî de bi ya min hewce nake mirov nirxandinên siyasî bike. Em wekû Rûsya dizanin bê li Xûtaya Rojhilat çawa li ser binpêkirin têne kirin. Di vî warî de gotûbêjên me yên bi Amerîkayê re berdewam in. Em bi sebr hewil didin ji wan re bibêjin ku nirxandinên wa yên li ser Xûtaya Rojhilatê dûrî rastiyê ne. Lewra bingeha pirsgirêakan jî ev e."

    ‘ME PÊŞNIYAR KIR KU DI ASTA WEZÎRÊN KARÊ DERVE DE HEVDÎTINEKÊ PÊK BÎNIN'

    Ryabkov da zanîn ku wan pêşniyar kiriye ku Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Sergey Lavrov vê dawiyê heftiyê li Etiyopyayê hevdîtinekê pêk bînin.

    Di çarçoveya serdana Afrîkayê de Lavrov dê 9ê mehê li Etiyopyayê be.

    Herwiha Tillerson jî vê heftê serdana welatên Afrîkayê dike.

     

     

     

     

    Bi heman mijarî:

    Ryabkov: Amerîka hewl dide bandorê li hilbijartina serokatiyê ya Rûsyayê bike
    Ryabkov: Amerîka hewil dide beriya hilbijartinên Rûsyayê rêkşiyê zêde bike
    Ryabkov: Çarçoveya Komîsyona Destûra Sûriyê hat diyarkirin
    Ryabkov: Amerîka wek zaroka nehisî û bi kaprîs tevdigere
    Ryabkov: Biryara Amerîkayê ya KENYyê serweriya Îranê binpê dike
    Ryabkov bo Amerîkayê: Mudaxleleyî karên hundir ê Îranê nekin
    Etîketan:
    Daxuyanî, Navberdayîna Mirovî, Rewşa Xûtaya Rojhilat, Sergey Ryabkov, Xûtaya Rojhilat, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de