05:58 22 Nîsan 2018
    Rusya Devlet Başkanı Vladimir Putin

    Pûtîn ragihand bê Rûsyayê di sala 2017an de bi çiqasî çek firotine

    © Sputnik / Sergey Guneev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ragihand ku bêtirî 15 mîlyar dolarî amûrên leşkerî û çek di sala 2017an de Rûsya firotiye.

    Pûtîn di civîna Komîsyona Hevkariya Teknîkî-Leşkerî ya Rûsyayê de axivî û diyar kir ku firtotina çekan ya Rûsyayê ev 3 sal in zêde dibe.

    Serokê rûsî eşkere kir k udi sala 2017an de ji 15 mîlyar dolarî zêdetir amûrên leşkerî û çek firotine.

    ‘HEVKARIYA ME BI BÊTIRÎ 100 WELATAN RE HEYE'

    Pûtîn teqez kir ku Rûsya di bazara cîhanî de yek ji peydakerên pêşeng ên çekan e û wiha dewam kir:

    "Hevkariya me her diçe berfirehtir dibe. Hevkariya me bi bêtirî 100 welatan derbas bû. Li gorî encamên peymanên di sala 2017an de hecma peymanên ku me mor kiriye derketine 2 qatî û bû 16 mîlyar dolarî. Portfoya sîparîşên me jî derket ser 45 mîlyar dolarî."

    ‘ZEFTEKE MEZIN LI HEVALBENDÊ RÛSYAYÊ TÊN KIRIN'

    Ji aliyê din ve Pûtîn eşkere kir ku zeftên mezin ji aliyê welatên sêyemîn ve li hevkarên Rûsyayê tên kirin.

    "KAPASÎTEYA WELATÊN DIN QELS DIKIN Û PAŞVMAYÎNA WAN XURT DIKIN"

    "Di heman demê de armanca wê ew e ku kapasîteya welatan a munferid qels bike û paşvemayîna wan a di qada çekan de jî xurt bike."

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn: Di 2017an de 72 tevgerên hêzên taybet yên biyanî hatin bêbandorkirin
    Pûtîn: Moskow hemwelatiyên xwe radestî Amerîkayê nake
    Pûtîn beşdarî mîtîna piştgiryên xwe ya li Stadyûma Lujnikiyê bû
    NATO: Me gotinên Pûtîn not kirin
    Pûtîn: Çeka nû ya bihêz a Rûsyayê li ti cihekî din nîne
    Etîketan:
    firotin, çek, Vladimîr Pûtîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de