22:09 19 Nîsan 2018
    Vladimîr Pûtîn axaftina Meclîsa Federalî

    Pûtînî eşkere kir bê çekên nû çawa hatine bipêşdexistin

    © Sputnik / Mikhail Klimentyev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Piştî ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di axiftina xwe ya Meclisa Federal a berî hilbijartina 18ê Adarê de behsa çekên pergala çekên nû kir û deng li tevahiya cîhanê veda, îro jî eşkere kir bê ew çek çawa hatine bipêşdexistin.

    Pûtîn îro bi endamên Servîsa Ewlekariya Federal(SEB) re civiya û got ku ew çekên behsa wan tê kirin di mercên zehmet û di demeke dirêj de bi pêş de xistin.

    Serokê rûsî got, "min di axiftina Meclisa Federal a 1ê Adarê de behsa pergal û teknolojiyên nû ku ji bo parastina Rûsyayê, dabînkirina hevesengiyê û xurtkirina ewlekariya navdewletî hatine bipêşdexistin kir. Xebatên salên dirêj ji bo vê teknolojiya modern pêwîst bûn û bi hezaran kes, bi sedan tîmên lêkolîn û dîzayinê û saziyên pîşesaziya rûsî beşdarî wê bûn. Me karî parastineke bibandor li dijî îstîxbarata ji bo van projeyên berfireh dabîn bikin."

    "EZ PÎROZBAHIYA ENDAMÊN FSBÊ DIKIM"

    Herwiha serokê rûsî ji bo vî karê ku berpirsiyarî jê re pêwîst e, serkeftinên wan di vê peywira zehmet de û veşartina çalakiyên bipêşdexistina van çekan de pîrozbahiya endamên FSByê kir.

    Pûtîn di axiftina xwe ya Meclisa Federal a dawî ya berî hilbijartina serokatiya dewleta Rûsyayê ya 18ê Adarê de gotibû ku Artêşa Rûsyayê çekên bêhempa û serikên moşekan ên "nayên têkbirin" bi pêş de xistine.

    Bi heman mijarî:

    Ji Tirkiye û Polonyayê bi qaçaxî xurek birin Rûsyayê
    Li Rûsyayê hewldaneke êrîşê hat astengkirin
    ‘Dê dîplomatên amerîkî nikaribin hilbijartina seroktiya Rûsyayê bişopînin’
    Li Rûsyayê 'Roja Pasevanên Nîştimanî' tê pîrozkirin
    Rûsyayê pêşnûmaya Yemenê ya li KENYyê veto kir
    Etîketan:
    FSB, Vladîmîr Pûtîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de