02:29 20 Nîsan 2018
    Serokê Komîteya Peywendiyên Navdewletî yê Dûmayê Leonid Slustkiy

    Rûsya: Tawanbariyên Amerîkayê yên derbarê binpêkirina biryarên KENYyê bênbingeh in

    © Sputnik / Sergey Kuznecov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokê Komîteya Peywendiyên Navdewletî yê Dûmayê Leonid Slustkiy derbarê îdiayên Washingtonê ku dibêje Moskowa biryarên KENYyê li Xûtaya Rojhilat binpê dike bêbingeh in, ne rast in.

    Slustkiy ji rojnamegeran re axivî bersiv da tawanbariyên Amerîkayê yên derbarê binpêkirina biryarên KENYyê. Slutskiy got, "Ev derewek e bê delîl e."

    Slutskiy bal kişande ser wê yekê ku Rûsya her tim li gorî berpirsyariyên navdewletî tevgeriya ye û tu wext derneketiye derveyî vê çarçoveyê, "Amerîka bi îdia û tawanbariyên wiha hewil dide xwe û polîtîkayên xwe yên rûxîner ê li Rojhilata Navîn mafdar nîşan bide."

    ‘AMERÎKA PRENSÎBÊN GOEBBELSÎ BI KAR TÎNE'

    Slutskiy diyar kir ku Amerîka prensîba wezîrê propagandayê yê Serokê Naziyê Adolf Hitler Joseph Goebbels a ku digot, ‘derew çiqas mezin bê, bawerkirin ew çend hesan e' bi kar tîne.

    Slutskiy bilêv dike u Amerîka bi tawanbarî û sûcdariyên wiha dixwaze berpirsyariya kuştinên sivîl ê bi destê DAIŞê ji ser xwe hilîne.

    Hêjayî gotinê ye ku KENYyê li tevahiya Sûriyeyê bo mehekê banga agirbesê kiribû. Biryara ku li Xûtyaya Rojhilat bi hewildana Rûsyayê tê sepandin di roja 7an de ye.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Îlham Ehmed: Bila KENY dest ji karê xwe berde
    YPGê li ser biryara agirbestê ya KENY daxuyanî da
    Civîna ji bo Rojhilatê Gutayê ya li KENY hat taloqkirin
    KENY bi mijara xwepêşandanan civiya: Peyama gelê Îranê pir zelal e
    KENY ji bo xwepêşandanên Îranê dicive
    Rûsya: KENY rê dide wê yekê ku terorîst guh nedin ti kesî
    Etîketan:
    daxuyanî, bersiv, îdia, Tawanbarî, KENY, Leonid Slustkiy, Xutaya Rojhilat, Sûriye, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de