07:44 27 Nîsan 2018
    Sergey Ryabkov

    Ryabkov: Amerîka hewl dide bandorê li hilbijartina serokatiyê ya Rûsyayê bike

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Alîkarê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkovî diyar kir ku Amerîka hewl dide kartêkirinê di hilbijartinan 18ê Adarê de bike û kaosekê çêke.

    Ryabkov di civîna bi navê "derketina li dijî destwerdana karûbarên navxweyî yên Moskowê" ya li Konseya Federasyonê dihat lidarixstin de axift û teqez kir ku Wezareta Derve ya Rûsyayê tesbît kiriye ku Washington armanc dike ku kartêkirinê li hilbijartina serokatiya dewletê ya 18ê Adarê bike û hewl dide kaosê çêke."

    "BIBANDIR LI SER DIXEBITIN"

    Herwiha Ryabkovî diyar kir ku di van salên dawî de di dema amadekariyên hilbijartina Dûmayê û ya hilbijartinê de tevgereke taybet ji bo destwerdana di karên navxweyî yên Rûsyayê de hatiye tesbîtkirin û wiha dewam kir: "Daxwazên bi heman şêwazê bi awayekî eşkere di vê helmeta hilbijartinê de jî tên dîtin. Wezareta Derve ya Rûsyayê ev rewş tesbît kir û yekîneyên têkilîdarî bi awayekî bberfireh û bibandor li ser vê mijarê dixebitin".

    Bi heman mijarî:

    ‘Dê artêşa alman peyameke zelal bide Rûsyayê’
    Ji Tirkiye û Polonyayê bi qaçaxî xurek birin Rûsyayê
    ‘Dê dîplomatên amerîkî nikaribin hilbijartina seroktiya Rûsyayê bişopînin’
    Li Rûsyayê 'Roja Pasevanên Nîştimanî' tê pîrozkirin
    Li Rûsyayê çewliga hilberîna pereyê krîpto şewitî
    Putin, bi Konseya Ewlekariya Rûsyayê re rewşa Gutaya Rojhilat istişare kir
    Etîketan:
    Duma, Sergey Ryabkov, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de