07:38 24 Nîsan 2018
    Berhemên çandinî - Fêkî û sewze

    Qedexeya Rûsya ya fêkî îro radibe

    © Sputnik / Vladimir Pesnya
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Ajansa Venêrina Berhemên Çandinî ya Rûsyayê (Rosselhoznadzor) di daxuyaniya xwe de ragihand ku qedexeya berhemên çandinî ya li ser Tirkiyeyê îro radibe.

    Ajansa Venêrina Berhemên Çandinî ya Rûsyayê (Rosselhoznadzor) di daxuyaniya xwe de ragihand ku eger Tirkiye şertên pêwist bi cih bîne qedexeya berhemên çandinî ya balîcan, hinar, bîber, marol, kundir radibe.

    Berdevka Rosselhoznadzorê Yuliya Melano di axaftina xwe ya rojnamevanan de got: "Rosselhoznadzorê ji 5ê Adarê ve qedexeya berhemên çandinî ya balîcan, hinar, bîber, marol, kundir radibe. Sedema vê jî şirketên ku me destûra sewkiyatê da şertên pêwist bi cih anîn."

    Yuliya Melano di dirêjiya axaftina xwe de got: "Êdî hemû şirketên Tirkiyeyê dikarin berhemên çandinî sewkî Rûsyayê bikin. Şertê vê jî divê Wezareta Çandin û Ajalvanî ya Tirkiyeyê garantiya sewkiyatê bike."

    Bi heman mijarî:

    Rûsya ji xeyrî firingiyan qedexeya hemû berhemên çandinî rakir
    Rûsya qedexeya hinek berhemên çandinî yên Tirkiyeyê rakir
    Ji bo îtxalata berhemên çandinî yên Tirkiyeyê şertekî Rûsyayê heye
    Pûtîn: "Ji bo rakirina xedeya berhemên çandinî qelîte şert e"
    Rosselhoznadzor wê li Tirkiyeyê kontrola berhemên çandinî bike
    Rûsya:'Heke Tirkiye garantiye bide, em dikarin qedexeya berhemên çandinî rakin'
    Etîketan:
    Ajansa Venêrina Berhemên Çandinî ya Rûsyayê (Rosselhoznadzor), Yuliya Melano, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de