18:43 19 Nîsan 2018
    Serokê  Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn

    Pûtîn: Moskow hemwelatiyên xwe radestî Amerîkayê nake

    © AFP 2018 / Alexander NEMENOV
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ragihand ku Moskow dê hemwelatiyên ku bi mudexaleya hilbijartina serokatiya di sala 2016an ya Amerîkayê kirine tên sucdarkirin, radestî Amerîkayê nekin.

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di hevpeyvîna xwe ya ligel televîzyona NBCê de, derbarê 13 hemwelatiyên Rûsyayê bi mudexaleya hilbijartina serokatiya Amerîkayê tên sucdarkirin de axivî.

    Pûtîn li ser pirsa Rûsya amadeye hemwelatiyên xwe radestî Amerîkayê bike? "Teqez em ê nekin. Rûsya jî wek Amerîkayê hemwelatiyên xwe ji bo radestî welatekî din bike, dersînor nake."

    ‘RÛSÊN KU AMERÎKA WAN SÛCDAR DIKE, NE NÛNERTIYA BIRÊVEBERIYA RÛSÎ DIKIRIN'

    Pûtîn wiha pê de çû: "Kesên ku Amerîka wan bi mudexaleya hilbijartina serokatiyê sûcdar dike, ne nûnerên birêveberiya rûsan in û bangî pêşkeşkirina agahî û belgeyên derbarê mijarê de li Amerîkayê kir."

    "Ez dizanin ku ew kes ne nûnerên birêveberiya Rûsyayê ne. Ti agahiya min derbarê ku çi karî dikin tine ye. Eger wan tiştekî kiribe, divê Amerîka derbarê wan de daxuyanî bide. Divê ew kes ji çapameniyê re neaxivin û agahî, belge, naverok pêşkeşî me bikin. Em jî amadene van lêkolîn bikin û biaxivin.

    Daxuyaniya Pûtîn ya ligel televîzyona NBCê bi îngilîzî hat weşandin.

    Bi heman mijarî:

    NATO: Me gotinên Pûtîn not kirin
    Pûtîn: Çeka nû ya bihêz a Rûsyayê li ti cihekî din nîne
    Medya rojavayî axaftina Pûtîn nirxand: Qey dema sinyalê bistînin nehatiye?
    Bêhnvedana mirovî ya li Xutaya Rojhilat bi hewldana Pûtîn dest pê kir
    Etîketan:
    rûsî, hemwelatî, televîzyona NBCê, Vladimîr Pûtîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de