01:00 24 Gulan 2018
    Leşkerên rûsî li Xûtaya Rojhilat

    Rûsya: Milîtanên li Xûtaya Rojhilat sûcên şer dikin

    © REUTERS / Omar Sanadiki
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku milîtanên li Xûtaya Rojhilat li navenda el Rihanê gule berdane navendeka tenduristiyê. Vladimir Zolotuhin got ku “ev sûcek şer e.”

    Nûnerê Komisyona Rûsya ya Lihevanîna Terefên Sûriyê  ji rojnamevanan re ragihand ku "rêxistinên derqanûnî tevgerên xwe yên provakatîf didomînin. Milîtan bi guleyan û bi hawanan êrişê noxteyan dikin." Zolotuhin di axaftina xwe de destnîşan kir ku ji van noxteyên ku êriş kirinê yek jî navenda tendirustiyê bû. Her wiha 6 hewan jî li wê herêma tendirustiyê ket.

    Vladimir Zolotuhin di berdewamiya axaftina xwe de got ku: Milîtan sivîlan bi kar tînin. Nahêlin ku sivîl tehliyê bibin. Xwe di pişt êxtiyaran, jinan û zarokan de vedişêrin. Van tevgerên han wek ‘sûcên şer' tên qebûlkirinê.

    Bi heman mijarî:

    Ji Rûsyayê hişyarî: Milîtan li Xûtaya Rojhilat amadekariya provokasyona kîmyewî dikin
    Milîtanên li Xûtaya Rojhilat êrişî dibistana li Şamê jî dikin
    Peskov: Provokasyonên terorîstan rê nade serrastkirina rewşa li Xûtaya Rojhilat
    Rûsya: Îdiayên ku Şamê li Xûtaya Rojhilat çekên kîmyewî bikar anîne tewşîtî ye
    Etîketan:
    êriş, sivîl, Xûtaya Rojhilat, sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de