17:35 25 Gulan 2018
Vladimir Putin

Pûtîn beşdarî mîtîna piştgiryên xwe ya li Stadyûma Lujnikiyê bû

© REUTERS / Maxim Shemetov
Rûsya
Lînkê kurt
0 01

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtînê ku bi awayekî serbixwe di hilbijartina serokatiya Rûsyayê ya 1ê Adarê de bûye namzet, beşdarî wê mîtîngê bû ya ku piştgirên wî li Stadyuma Lujnikiyê li dar xistibû.

Pûtîn di mîtînga ku bi slogana "Ji bo Rûsyaya Xurt" tê lidarxistin de bi werzişvanên Olimpiyata 201an derket ser kursiyê, bi bîr anî ku Sirûda Neteweyî ya Rûsyayê di turnûvayê de hatibû qedexekirin û ew sirûd got.

Berî ku siûrda neteweyî lê bide, Pûtînî got, "îro gelek werzişvanên baş hatin vê derê. Me dît bê çawa hokeybazên me piştî di olimpiyatan de bi ser keftin, sirûda neteweyî xwend. Lê me muzîka wê nebihîst. Ka werin em li vir bi hev re li gel muzîkê sirûda xwe bibêjin".

​Piştî ku tevahiya stadê sirûd got, Pûtînî spasiya werzişvanan kir, ji wan re got, "Xwedê we biparêze".

​Piştî wê Pûtîn di axiftina xwe ya hilbijartinê de got, "armancên me yên sereke, eşkere û zelal ew in ku em dixwazin welatê xwe ber bi siberojeke pêşverû û geş de bibin. Ji ber bav û kalên me li vir jiyan, em dijîn, zarokên me û neviyên me jî li gel zarokên me dê bijîn. Ji bo ew bextewar bin, em ê her tiştî bikin".
Pûtînî ji bi hezaran kesên ku li stadyûmê civiyane wiha pirsî,"em ê vê bikin, ne wisa?". Wan hemûyan bi yekdengî got "erê".

​Serokê rûs di berdewamiya axiftina xwe de got, "Ji bilî me ti kes nikare vê bike û ti kes di şûna me de nake" û wiha dewam kir: "Encex eger em wisa bikin, em ê bi dehan salên bên, tevahiya sedsala 21ê dê di bin îşareta serkeftina me ya geş de derbas bibe."

​Pûtîn ne tenê ew kesên hatibûn stadyûmê lê silav li hemû piştgirên xwe yên li seranserê welatî kir û got: "Ev sed hezar tên wateya bi milyonan mirovan. Ez dixwazim di vê roka bi tav û sir ya wek cejnê de bibêjim, "em bi nefesa wan, anîşka wan û milên wan dihistin, ji ber em bi hev re tîmek in."

Bi heman mijarî:

Pûtîn ragihand ku ew telefonên biaqil bi kar nayîne
Pûtîn: Rûsya di sporê de hê jî serokê dinyayê ye
Bush: Pûtîn dixwaze hêzbûna Sovyetê dîsa bi dest bixe
Pûtîn: Hêvîdar im ku têkiliyên me bi dewletên Rojava re normalîze bibin
Pûtîn û Macron li ser Sûriyeyê axivîn
Kremlin: Pûtîn û Netanyahu bi telefonê êrîşên Îsraîlê yên li dijî Sûriyêyê axivîn
Etîketan:
Hilbijartina Serokatiya Rûsyayê, Vladîmîr Pûtîn, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de