15:47 21 Gulan 2018
    Pergala parastina moşekên Amerîkayê

    ‘Dê Amerîka li nêzîkî sînorê Rûsyayê 400 fuzeyan bicih bike’

    © AFP 2018 / KIM JAE-HWAN
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê Wezîrê Bergiriya Rûsyayê Aleksandr Fomin ragihand ku Amerîka plan dike 400 fuzeyan li nêzîkî sînorên Rûsyayê bicih bike.

    Fomin ji televizyona Rossiya 24ê re axivî û got, "Vê gavê ji bo dorpêçandina qada parastina hewayî ya Rûsyayê di cebheyeke mezin de xebat têne kirin. Li ser erdên Amerîkayê, li Kalîforniya û Alaskayê hêrêmên parastina moşekan hatin avakirin. Piştre li Romanya û welatên Baltikê ev cure herêm hatin avakirin. Li nêzîk dê li

    Polonyayê jî herêmên parastina fuzeyan werin avakirin. Dê xelekên parastina moşekan ên Koreya Başûr û Japonyayê jî li vê werin zêdekirin."

    Fomin destnîşan kir, "Ev tê wê wateyê ku dê bi giştî 400 fuze werin bicihkirin ku ev jî rêjeyeke girîng a potansiyela bergirîkirina nukleerî ya Rûsyayê kêm dike."

    Bi heman mijarî:

    Xamaney: Esad nîşan da ku şervanekî mezin e
    Salih Muslim: Tenê Rûsya dikare êrîşên Tirkiyeyê rawestîne
    NATO: Me gotinên Pûtîn not kirin
    Di navbera Pêşmerge û koma Alayên Spî de şer derket
    Ji Erdogan ji welatê Afrîka Maliyê daxuyaniya Efrînê
    Pûtîn: Çeka nû ya bihêz a Rûsyayê li ti cihekî din nîne
    Etîketan:
    Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de