16:30 18 Hezîran 2018
Vladimiîr Putîn- Emmanuel Macron - Angela Merkel

Ji Pûtîn bo Macronî û Merkelê: Operasyonên li dijî terorê ne di çarçoveya agirbestê de ne

© REUTERS / Philippe Wojazer
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Hate ragihandin ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Almanyayê Angela Merkel re bi mijara agirebesta Sûriyeyê peywendî danî.

Kremlînê derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û tê de destnîşan kir, "Rûdanên Gutaya Rojhilat û veguheztina alîkariyên mirovî bo deverên Sûriyeyê hate gotûbêjkirin. Bi hevkariya karûbarên avakaran 24ê sibatê ji biryara agirbestê Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) kêfxweşiyên xwe anîn ziman. Di peywendiyê de hat gotin ku ji bo sepandina biryaran hewildanên hevpar girîng in.

Ji hêla din ve di daxuyaniyê de hat gotin ku Pûtîn ji Macron û Merkel re derbarê tehliyekirina mirovan û tedarikkirina alîkariyên miroî û tibbî de agahî dan. Di heman demê de hate destnîşankirin ku têkoşîna dijî terorê ne di çarçoceya agirbesta li Sûriyeyê de ye.

Daxuyanî herwiha dibêje ku alî ji bo parvekirina agihyên derbarê rewşa Sûriyeyê de lihevkirin.

Bi heman mijarî:

Parlementerê iraqî: Em nikarin daxwazên kurdan pêk bînin
Li MALLeke li Moskowayê metirsiyê bombeyê
Li Tutaxê şer: 2 mirî yek jî birîndar
Erdogan: Yên ku ji bo hevalbendên xwe hatine herêmê îro bi bihaneyê terorê li herêmê ne
Jîwar ji bona mexdûrên erdheja Kirmaşanê dê du konsêrtan bide
Etîketan:
Peywendiya Telefonê, têkoşîna li dijî terorê, agirbest, Macron, Merkel, Pûtîn, Fransa, Almanya, Rûsya, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de