02:43 28 Gulan 2018
Alên Rûsya û DYA

Rûsya: Boykota şampiyoneya biatlon ya Amerîkayê, biryarek siyasî ye

© AFP 2018 / Mladen ANTONOV
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Cîgirê Serokê Komîteya Pêwendiyên Navneteweyî yê Dumaya parlamentoya Rûsyayê Svetlana Jurova da zanîn ku boykota DYAyê ya bo Şampiyoneya Biatlon ya li Rûsyayê ku li bajarê Tumenê bê lidaxistin, biryarek siyasî ye û biryara Amerîkayê wê ti bandorê li organîzasyonê neke.

Federasyona Biatlon a Dewleta Yekîtiya Amerîkayê (DYA) daxuyand ku Şampiyoneya Biatlon ya Cîhanê ku di tarîxa 22-25ê Adarê de wê li Tumenê bê li darxistin wê boykot bikin. Derbarê mijarê de li ser navê Rûsyayê Svetlana Jurova wiha got: "Rageşiya pêwendiyên siyasî li ser pêwendiyên werzişê jî bi bandor e. Ev helbet biryarek siyasî ye, ne tiştekî din e"

Serokê Daîreya Werziş û Çandê ya herêma Tumenê Sergey Botînov jî derbarê mijarê de ramanên xwe anî ziman ku ti kes wê ferq nekin ku DYAyê beşdarî şampiyonayê nebû ye. Botînov: " Wek komîteya organîzasyonê helwesta me diyar e. Heta niha DYAyê jî di nav de beşdariya 29 federasyonan me pejirandibû. Ti sedemên krîtîk li pêş DYAyê tuneye ku neyê Rûsyayê, lê heke werzişvanên amerîkî neyên jî ti bandorê wê li organîzasyonê neke.

Bi heman mijarî:

Sergeyevaya rûs ji lîstikên olîmpiyatan hat menkirin
Îdîaya ku du balafirên din yên rûs Su-57an li Hmeymîmê danîn
Li Stenbolê orkestraya rûs ya navdar konserek da
‘Îdiayên ku bi sedan hemwelatiyên rûs li Sûriyeyê mirine derew e'
Çend şîret ji bo mirov bi jinên rûs re jiyaneke bextewan bidomîne
Etîketan:
biatlon, spor, werziş, Federasyona Biatlon a Dewleta Yekîtiya Amerîkayê, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de