05:12 23 Hezîran 2018
Nadejda Sergeyeva ya rûs

Sergeyevaya rûs ji lîstikên olîmpiyatan hat menkirin

© Sputnik / Anton Denisov
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Dadgeha Tahkîmê a Werzîşê ya Navneteweyî (CAS) ji ber ku testa werzîşvana rûs Nadejda Sergeyeva pozîtîf derket ji Lîstikên Zivistanê yên Olîmpiyatên Pyeongchangê dîskalîfiyê kir. Her wiha Sergeyeva jî binpekirina rêzikên olîmpiyatan qebûl kir.

CASê di daxuyaniya xwe de da eşkerekirin ku di werzişvana tîma olîmpîk têdikoşe de madeya trîmetazîdînê ku di lîsteya qedexekirina dermanan de ye hatiye tespîtkirin. Werzişvanê jî binpekirina rêzikan qebûl kiriye ku derman bikaraniye. Her wiha Nadejda Sergeyeva ji Lîstikên Zivistanê yên Olîmpiyatên Pyeongchangê hatiye menkirin û pîleyên ku bidestxistine paş de hatine stendin."

Hat ragihandin ku Sergeyeva qebûlkiriye ku demekê ji lîstikan bê menkirin û ji aliyêdin ve piştî lîstikên olîmpiyatan, mafê wê yê cezaya menkirinê betal bike an jî kêm bike parastiye. Serokê şandeya Werzişvanên Olîmpîk yên Rûsyayê Stanislav Pozdnyakov: " Ji ber îhmalkirina werzişvan pêk hatiye, helbet em xemgîn bûn. Derbarê mijarê de jî lêpirsînê daye destpêkirin."

Di malpera fermî ya Federasyona Bobsledê ya Rûsyayê de derbarê mijarê de daxuyaniyek hat parvekirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di testa Sergeyevayê de dermanê ku bi piranî ji bo dil tê bikaranîn û di lîsteya qedexeyan de ye hatiye tespîtkirin.

Bi heman mijarî:

'Zeîfbûna bê parêz û werziş êdî pêkan e'
Keçên rûsî li PyeongChangê du reqorên cîhanê şikandin
Dalkurd Spor derbasî Lîga herî bilind a Swêdê bû
Bi KHK ya nû Cizrespor û Şirnak Belediye Spor jî hatin girtin
Etîketan:
pêşbirk, lîstik, Lîstikên Zivistanê yên Olîmpiyatên Pyeongchang, CAS, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de