02:28 20 Nîsan 2018
    Rus Su-57 avcı uçağı

    Îdîaya ku du balafirên din yên rûs Su-57an li Hmeymîmê danîn

    © Sputnik / Yevgeniy Biyatov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat îdîiakirin ku Rûsya du balafirên din yên Su-57 yên nifşên 5em ku bi taybetî hatine dîzaynkirin şand baregeha Hmeymimê. Cîgirê serokê Komîsyona politikaya Aboriyê yê Parlamentoya Dumayê jî ev agahî ne derewand.

    Kesê bi navê Wael Al Hussaini li ser hisabê xwe yê twitterê îdia kir ku du balafirên nifşên 5em Su-57 li baregeha Hmeymimê danîn. Di twittê de hat ragihandin ku beriya daketine balafirên Su-57 yên nifşên 5em ya ser baregeha Hmeymimê, balafirên Su-30SM yên rûs hevalrêtiya wan kirin e.

    Wael Al Hussaini, berê jî îdiakiribû ku Rûsyayê du Su-57, çar Su-35, çar Su-25 û yek A-50U şandiye baregeha Hmeymimê.

    ​Cîgirê serokê Komîsyona politikaya Aboriyê yê Parlamentoya Dumayê jî ev agahî ne derewand.

    Balafirên Su-57 yên nifşên 5em di sala 2010an de cara ewl bi hewa ketibûn. Balafirên Su-57 demek berê bi motorê ‘ber 30' hatibûn xurtkirin. Bi motorê nû balafir dikare ji moşekan xwe veşêre û bi her balafirê re şerê muharebeyê bike.

    Bi heman mijarî:

    Çavuşogluyî bangî Rûsya û Îranê kir ku "binpêkirinên" hikûmeta Sûriyeyê rawestîne
    Rûsya: Dewletên rojavayî dixwazin plana Byê li Sûriyeyê bisepînin
    Rûsya: Amerîka, rewşa mirovî ya li Rojhilata Gutayê bi kar tînin
    Rûsya: Leşkerên rûsî di nav kesên ku li Sûriyeyê hatin kuştin de tine ye
    Etîketan:
    sûriye, rûsya, şer, balafir, Wael Al Hussaini, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de