16:26 18 Hezîran 2018
Su-57

Balafirên rûsî Su-57 çima hatin Hmeymimê’

© Sputnik / Evgeny Biyatov
Rûsya
Lînkê kurt
0 10

Pisporan hatina balafirên nifşa 5emîn ên rûsî Su-57 (Sukhoi T-50) bo baregeha Sûriyeyê Hmeymimê nirxandin.

Li gor nirxandina pisporan hebûna Su-57an li asîmanên Sûriyeyê, bersiva firînên balafirên amerîkî yên xeyalet F-22 Raptor û F-35 Lightning e.

Çavkaniyeke ji Wezareta Berevaniya Rûsyayê jî piştrast kir ku balafirên nifşa 5emîn Su-57 hatine baregeha Hmeymimê.

Rayedarê rûsî hatina Su-57an wekî bersiva firînên balafirên xeyalet ên Amerîkayê li ser asîmanên Sûriyeyê şîrove kir û got, herwiha erka wan balafiran a ceribandin û bikaranîna ‘balafirên nêçîrvan' di şert û mercên rastîn de heye.

'RÛSYA BERHEMÊN NÛ LI SÛRIYEYÊ DICERIBÎNE'

Gerînendeyê Kovara Eksport Voorujeniyê Andrey Frolov jî da xuyakirin ku Wezareta Berevaniya Rûsyayê bi rastî jî berhemên xwe yên di asta testkirinê de, li Sûriyeyê diceribîne û got, ligel ku ev ji bo wan dibe serpêhatiyeke rastîn, herwiha reklameke gelekî baş e.

Bi heman mijarî:

‘Balefirên nifşên pêncemîn Su-57 li Sûriyê xuya kirin’
Dîmenên firîna ewil ya bi motorên nû yên balafira Rûsî Su-57
‘Leheng namirin’: Ji bo pîlotê Su-25ê Filipov merasîma leşkerî ya xatirxwestinê
Kremlin: Rûsyayê bi xurtî bersiv da xistina balafira Su-25ê
Balafira Su-27ê ya rûsî destwerdana li balafira amerîkî kir
Ji Rûsya û Amerîkayê daxuyaniya Su-30-F-15an
Etîketan:
Su-57, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de