13:45 21 Hezîran 2018
Rusya Dışişleri Bakanı Sergey Lavrov

Lavrov: Ti delîl tine ne ku Hevpeymanî El Nusrayê wek armanc dihesibîne

© REUTERS / Maxim Shemetov
Rûsya
Lînkê kurt
0 10

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrovî got ku ti delîl tine ne ku Hevpeymaniya Amerîka pêşengiya wê dike Fetih el Şam(Navê wê yê berê El Nusra)wek armanc dihesibîne

Lavrov got ku "ti delîl di destê me de tine ne ku hevpeymaniya Amerîka pêşengiya wê dike El Nusrayê wek aramnc dihesibîne."

Herwiha wezîrê rûs teqez kir ku "rêxistina El Nusrayê kêşeya sereke ye di rewşa li Gutaya rojhilatî de."

Rayedarê rûsî destnîşan kir ku welatê wî amade ye biryara NYyê ya ji bo agirbesta li Gutaya Rojhilatî qebûl bike, "lê divê aliyên nifûza wan li ser çekdaran heye misogeriyan bidin."

Ji aliyê din ve, Lavrov got ku "pêvajoya Astanayê plan^ne dabeşkirina Sûriyeyê yên ku cîbcîkirina wan hatiye destpêkirin asteng dike."

Lavrov di civîneke rojnamevaniyê de li gel hevkarê xwe yê ozbekî ve wiha got: "Diyar e ku pêvajoya Astanayê planên dabeşkirina Sûriyeyê asteng dike û ev plan li gel ku amerîkî înkar dikin jî, bi rastî jî tên cîbicîkirin."

Di berdewamiyê de Lavrovî bal kişand ser planên dabeşkirinê û got: Amerîkî endazyariyeke jeopolîtîk a nû dikin û pêkhateyên dişibin ên dewleta diafirînin. Ev baş tê zanîn. Wisa diyar e ku pêvajoya Astanayê van planan asteng dike."

Bi heman mijarî:

Lavrov û Tillerson ji bo bakurê Sûriyeyê axivîn
Lavrov: Çalakiyên Amerîka yên yekalî yên li Sûriyê Tirkiye dîn kirin
Lavrov: Armanca bingehîn a Soçiyê birêvebirina pêvajoya Cenevê ye
Lavrov û Tillerson operasyona li dijî Efrînê nirxand
Etîketan:
El Nusra, Sergey Lavrov, Sûriye, Amerîka, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de