16:36 18 Hezîran 2018
Rûsya - Hilbijartin

‘Dê dîplomatên amerîkî nikaribin hilbijartina seroktiya Rûsyayê bişopînin’

Sputnik
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Alîkarê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov got, dê destûr neyê dayîn ku karmendên nûnertiyên dîplomatîk ên Amerîkayê yên li Sûriyeyê, hilbijartinên seroktiyê bişopînin.

John Kerry
© REUTERS / NTB Scanpix/Lise Aaserud
Ryabkov ji medya rûsî re ragihand, dê karmendên hemwelatiyên amerîkî yên li saziyên demokratîk û Nivîsgeha Mafên Mirovan (ODIHR) bikaribin erka şopandina hilbijartinê bicih bînin, lê ew destûrê nadin dîplomatên amerîkî.

Ryabkov destnîşan kir, "Dê dîplomatên amerîkî û karmendên nûnertiyên dîplomatîk ên li Rûsyayê, tevlî vê pêvajoyê neyên kirin. Lewra di hilbijartina 2016an a seroktiya Amerîkayê de, ev derfet ji bo karmendên nûnertiyên dîplomatîk ên rûsî nehatibû dayîn."

Bi heman mijarî:

Nebenzya: Milîtanan mizakereyên çareseriyê yên Gutaya Rojhilat têk dan
Pentagon: Haya me ji rêkeftina YPG û Şamê nîne, ew der herêmeke pir aloz e
Tirkiyê li ser biryara Hollandayê ya 'komkujiya ermenan' şermezarî da
Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê bersiva rayedarê îranî da: Iraq serbixwe ye
Esad û nûnerê Pûtîn li ser çareseriya siyasî civiyan
'Sivîlên ku diçûn piştgiriya Efrînê hatin topbarankirin'
Parlamentoya Hollandayê bûyerên sala 1915an wekî 'Komkujiya Ermenan' qebûl kir
Etîketan:
Hilbijartinên Seroktiya Rûsyayê, Amerîka, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de