20:50 21 Hezîran 2018
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov

Rûsya: Dewletên rojavayî dixwazin plana Byê li Sûriyeyê bisepînin

© REUTERS / Maxim Shemetov
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrovî ew pêşnûmaya ku ji aliyê Swêd û Kuweytê bo Konseya Ewlekariyê ya NYyê(KENY) hat pêşkêşkirin û pêşbîniya agirbeseke bo 30 rojan dike nirxand û got ku welatên rojavayî dixwazin plana Bê li Sûriyeyê bisepînin.

Lavrov li bajarê Belgradê yê paytexta Sirbistanê bi Wezîrê Karên Derve yê Sirbistanê Ivitsa Daçiç re civîna hevpar ya çapemeniyê li dar xist û di wê civînê de got, "Armanca pêşnûmayê ne alîkariya ji bo xelkê sivîl e. Armanca pêşnûmayê ew e ku li ser serkeftina Kongreya Diyalogê ya Nîştimaniya Sûriyeyê, ji ber pêwistiya destpêkirinê ya hevdîtinên Cenevê û ji bo lidarxistina planê Byê hikûmeta Sûriyeyê sûcdar bike û bi taybetî jî desthilatiyê têk bibe."

Lavrov destnîşan kir ku fikara wan ew e ku pêşnûma di her mijarê de rêveberiya Şamê sûcdar bike û milîtanan biparêze û got, Rûsya amade ye li ser wê pêşnûmayê bixebite.

Lavrov derbirî ku ew ew amade ne pêşnûmeyê binirxînin û got, "Lê me bi awayekî eşkere anî ziman ku agirbest dê DAIŞ, Fetih El Şamê (El Nusra) û komên bi van rêxistinan re hevkariyê dikin û Şamê bombebaran dikin di xwe de nehewîne.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Lavrov anî ziman ku welatên rojavayî naxwazin rêxistinên terorê li derveyî peymana agirbestê bihêlin û got, ev jî dibe sedema fikaran.

Bi heman mijarî:

Ji Tirkiye û Polonyayê bi qaçaxî xurek birin Rûsyayê
‘Dê artêşa alman peyameke zelal bide Rûsyayê’
Rûsyayê ji bo rewşa Rojhilatê Gutayê bangî civînê li NY kir
Wekîlê rûsî: Çalakiyên Tirkiyeyê ne li gorî mantika Rûsyayê ne
Peskov: Îdiayên ku Rûsyayê li Rojhilatê Gutayê bombebaran pêkaniye bêbingeh e
Li Rûsyayê wesayîtên fonksyonel ên bêjahiyên yên nû hatin ceribandin
Etîketan:
pêşnûma, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov, Sûriye, Sirbistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de