19:47 24 Hezîran 2018
Domates

Ji Tirkiye û Polonyayê bi qaçaxî xurek birin Rûsyayê

Sputnik
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Birêvebirina Gumrukê ya Navendî ya Rûsyayê da zanîn ku li herêma Tverê hin kesên ku xwestin xurekên qaçax di ser Belarûsê re bixin hindur hatin tespîtkirin. Di nav xurekan de 106.5 ton hêrmê, sêv û firengî hebûn.

Di daxuyaniya ji Birêvebirina Gumrukê ya Navendî ya Rûsyayê hat kirin de di xebatên lêgerînan de 5 tirên fêqî û zebze hatin rawestandin. Di hundirê tiran de 106.5 ton fêkî û zebze hat dîtin ku di ser Belarûsê re xwestin bixin hindur.

42 ton sêvên ku menşeya wan Polonya ye hatin dîtin, di lêgerînan de hat hînbûn ku xurek wek barê boyax û macûnê hatiye binavkirin. Her wiha di firengiyên ji Tirkiyeyê hatibûn de jî hat tespîtkirin ku bê sertîka tenduristiyê ne.

Bi heman mijarî:

17 hezar kes bi qaçaxî ango bi qartên sextê ji Tirkiyeyê çûne ûmreyê
40 fermandarên DAIŞê bi rêya qaçaxî reviyan
Derbasbûna qaçaxî ya sînorên Amerîkayê 27%î kêm bû
Heşda Şeibî, rojane 40 hezar bermîlên petrolê bi qaçaxî derbasî Îranê dike
Etîketan:
bacan, firengî, qaçax, xurek, Birêvebirina Gumrukê ya Navendî ya Rûsyayê, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de