08:37 23 Nîsan 2018
    Kremlin Sözcüsü Dmitriy Peskov

    Kremlin: Welatên piştgiriya terorîstan kir, berpirsyarên rewşa li Gutayê ne

    © Sputnik / Sergey Guneyev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Kremlinê mitry Peskovî ragihand ku welatên piştgiriya terorîsên Gutaya Rojhilatî ya çoltera Şamê dikin, berpirsyarên geşedanên dawî ne.

    Peskovî civîneke çapemeniyê li dar xist, bersiva pirsên ku Moskowê bi wendahiyên canî yên li Gutaya Rojhilatî tawanbar dikin da û got: Ew kesên ku piştgiriyê didin terorîsên li wê herêmê ne, berpirsyarên rewşa li Gutaya Rojhilatî ne. Ne Rûsya, ne Sûriye, ne Îran û ne jî di nav koma wan welatan de ne. Nexasim ev hersê welat li Sûriyeyê têkoşîneke xurt li dijî terorîstan dimeşînin."

    GELO RÛSYA DÊ PIŞTGIRIYÊ BIDE PÊŞNÛMAYA SWÊRD Û KUWEYTÊ YAN NA?

    Kuweyt û Swêdê pêşnûmayek pêşkêşî Konseya Ewlekariya NYyê kiribû ku bo 30 rojan agirbes were ragihandin. Ji Peskovî hat pirsîn bê gelo Rûsya dê piştgiriyê bide wê pêşnûmayê yan na.

    Peskovî wiha got: "Ez niha nikarim bersiva vê bidin. Misyonê me yê dîplomatîk ê li new Yorkê bi vê mijarê re têkilîdar dibe. Eger hûn vê pirsyarê ji Wezareta Derve bikin, dê baştir be."

    Tê payîn ku ew pêşnûma îro were gotûbêjkirin.

    Bi heman mijarî:

    Kendal Nezan: Kurd ji helwesta Rûsyayê xemgîn û dilgiran in
    Zaxarova: Gotinên dijberiya Rûsyayê yên Amerîkayê xebatan asteng dike
    Rûsyayê ji ber êrîşên Îsraîlê li ser Sûriyeyê dilgiraniya xwe ragihand
    Çemezov: Trump, dibê ez dixwazim tekiliyên Amerîka û Rûsyayê baş bikim lê tu gavek navêje
    Wezareta Derve ya Rûsyayê ji bo bûyerên li Tirkiyeyê welatiyên xwe hişyar kirin
    'Pentagon herî zêde girîngiyê dide reqabeta bi Çîn û Rûsyayê re'
    Etîketan:
    Dmitriy Peskov, Gutaya Rojhilatî, Sûriye, Îran, Şam, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de