16:45 18 Hezîran 2018
Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn

Ji sedî 94ê Kirimê dengê xwe dide Pûtîn

© REUTERS / Sputnik/Alexei Druzhinin
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Li gor anketa navenda lêkolînên raya giştî ya Rûsyayê VTSIOM) ji sedî 94e Kirimê di hilbijartina serokatîya Rûsyayê de wê dengê xwe bidin Vladimîr Pûtîn.

Midûrê Giştî yê VTSIOMê Valeriy Federav di daxuyaniya xwe de ragihand ku di 25-28ê Berfenbarê de bi beşdariya hezar û 600 kesî anketek hat lidarxistin. Li gor anketê di hilbijartina 18ê Adarê ya serokatiya Rûsyayê de ji sedî 94 dengê xwe didin Vladimîr Pûtîn.

‘KIRIMIYAN BIJARTINA XWE KIRIYE'

Valeriy Federav di berdewamiya axaftina xwe de got: "Kesî reqîb ji Pûtîn re tineye. Piştgiriya namzedê Partiya Komunîst Pavel Grudinnin û pêşkêşvanê televîzyonê yê navdar Kseniya sobçak li derdora ji sedî 1-2 ye."

Federav di dirêjiya axaftina xwe de got: "Piştî vê encamê em dikarin bêjin kirimiyan bijartina xwe ji zûde kiriye."

Bi heman mijarî:

Parlementerên Elman li rêyên Kirimê heyran man
Kalgaxend di ser pira nû re çû Kirimê
Çêkirina lingên otobana pirê ya ku Rûsyayê bi Kirimê ve girêdide, hat temamkirin
Puşkov: Digel peyvên Erdogan jî statuya Kirimê naguhere
Erdogan: Em tevîkirina neqanûnî ya Kirimê nas nakin
FSBê li Kirimê sîxurekî Saziya Ewlehî ya Ûkraynayê girt
Etîketan:
Hilbijartina Rûsyayê, Vladimîr Pûtîn, Kirim, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de