10:37 23 Nîsan 2018
    gor - goristan

    Nivîskarê navdar Emerîkê Serdar koça dawî kir

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat diyarkirin ku nivîskar û rojnamevanê kurd yê binavûdeng Emerîkê Serdar duhî di temenê xwe yê 83 salî de li nexweşxaneya bajarê Xarkovê yê Rûsyayê çûye ser dilovaniya xwe.

    Hat diyarkirin ku nivîskarê binavûdeng, rojnamevan, wergêr û rexnegirê wêjeyê yê kurd Emerîkê Serdar duhî di roja 19ê Sibata 2018an de di temenê xwe yê 83 salî de li nexweşxaneya Xarkovê ya Rûsyayê ji ber nexweşiya dil çûye ser dilovaniya xwe.

    EMERÎKÊ SERDAR KÎ YE?

    Nivîskarê kurd yê navdar Emerîkê Serdar di 8ê Sibata 1935an de li gundê Pamba yê nehiya Aparanê ya Ermenistanê ji dayik bû. Serdar dibistana seretayî li gundê xwe û dibistana navîn jî li gundê Elgezeyê xwend. Nivîskarê kurd Serdar di sala 1959an de li Enstîtuya Ermenistanê li Fakulteya Dîrokê û Fîlolojiyê beşa pedagojiyê xwend. Emerîkê Serdar demeke dirêj di beşa kurdî ya Radyoya Êrîvanê de dixebite û herwisa di sala 1962yan de karê redaksiyonê yê rojnameya ‘Rya Teze' dimeşîne. Ji sala 1965an û vir ve endamê Yekîtiya Rojnamegerên Ermenistanê ye û ji sala 1995an û vir ve jî endamê Yêkîtiya Nivîskarên Ermenistanê ye. Herwsia endamê PENa Kurd e. Emerîkê Serdar heta niha 12 pirtûkên serpêhatî û çîrokan nivisiye û hatine weşandiin û herwisa bi sedan gotar ji bo rojname û kovaran nivisiye. Serdar di 83 saliya xwe de li Rûsyayê koça dawî kir.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Nivîskarê navdar Necmedîn Şewketiyan koça dawî kir
    Dengbêjê navdar Mahmut Kizil koça dawî kir
    Dayika helbestvanê navdar ê kurd Şêrko Bêkes koça dawî kir
    Xwişka Sadiq Şerefkendî û Hejar Mukriyanî koça dawî kir
    Helbestvanê kurd koça dawî kir
    Etîketan:
    koça dawî kirin, Nivîskarê navdar yê kurd, Emerîkê Serdar, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de