00:57 21 Nîsan 2018
    Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Moskovayê

    Li Rûsyayê ji bo balyozxaneya Tirkiyeyê pakêteke biguman hat şandin

    © Sputnik / PAMİL SİTDİKOV
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10

    Hat diyarkirin ku ji bo Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Moskowê nameyeke ku di nava wê de tozeke biguman hebû, hatiye şandin.

    Rêveberiya Herêma Moskowê ya Wezareta Rewşên Lezgîn ya Rûsyayê di daxuyaniyeke xwe de diyar kirk u hin kesên nenas pakêteke biguman li avahiya balyozxaneyê berdane.

    NE SEDEMA METIRSIYÊ YE

    Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin, "Xebatkarên nûnertiya dîplomatîk nameyeke k udi nava wê de tozeke biguman hebû, wergirtin. Ji bo cihê bûyerê laboratuvara mobîl ya aîdê wezaretê hat şandin û asta radyasyon û kîmyewî ya wê tozê hat pîvandin. Di encama analîzê de diyar bû ku ew madeya biguman ji bo xebatkarên balyozxaneyê ne sedema metirsiyê ye."

    Hat destnîşankirin ku ew made ji bo analîzeke bi hûrgilî ji hêzên ewlehiyê re hatiye şandin.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn rewşa li Efrînê bi endamên Komîteya Ewlehiya Rûsyayê re axivî
    'Amerîkayê ji ber peymanên ligel Rûsyayê gef li Azerbaycanê xwar'
    Ji Rûsyayê bo Amerîka û Tirkiyê: Divê Sûriye ya Sûriyeyiyan be
    Li Rûsyayê kesekî gule bi ser gel de reşand: 5 mirî, 5 birîndar
    Rûsyayê li herêma Arktîkê pergala moşekên xwe yê nû ceriband
    Etîketan:
    pakêta biguman, Wezareta Rewşên Lezgîn ya Rûsyayê, Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Moskowê, Moskow, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de