21:23 24 Nîsan 2018
    Leşkerên tirk li Iraqê

    Balyozê Iraqê: Hebûna leşkerên Tirkiyeyê dagirkerî ye

    © REUTERS / Ümit Bektaş
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 40

    Balyozê Iraqê yê li Rûsyayê Haydar Hadi diyar kir ku, “hikûmeta Iraqê, hebûna leşkerên tirk yên li Iraqê wek dagirkerî dibine.”

    Haydar Hadi di civîna xwe ya li Moskowayê de destnîşan kir ku "em hebûna leşkerên Tirkiyê yên di nav axa Iraqê de wek dagirkerî dibînin. Di vê mijarê de me notaya protestoyê da Tirkiyeyê û welatên Yekîneyên Ewropa jî piştgiriyê dan vê notaya me.

    Balyozê Iraqê yê li Rûsyayê Haydar Hadi di axaftina xwe de behsa pêvajoya Soçiyê jî kir. Hadi wiha pê de çû: "Rûsya bi pêvajoya Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê, ji hemû gelên ku li Sûriyê dijîn, kesan anî ba hev. Bexda, vê hewla Rûsyayê ji bo çareseriya krîza Sûriyê tekane rê dibîne. Ji bo vê jî Hikûmeta Iraqê di vê çarçovê de piştgiriyê dide hemû hewldanên Rûsyayê.

     

    Bi heman mijarî:

    Leşkerên Tirkiyê li ser sînor xortekî ji Sûriyê kuşt
    Şandina leşkerên Tirkiyê ber bi Sûriyê ve berdewam dike
    Artêşa Tirkiyê: Di operasyona li hember Efrînê de du leşkerên tirk jiyana xwe ji dest dan
    Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê: 3 leşkerên me di destê DAIŞê de ne
    Etîketan:
    tirkiye, Başîka, leşker, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de