17:16 24 Nîsan 2018
    Mariya Zaxarova

    Rûsya: Leşkerên rûsî di nav kesên ku li Sûriyeyê hatin kuştin de tine ye

    © Sputnik /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Tê îdîakirin ku di pevçûnên dema dawî yên li Sûriyeyê de bi dehan welatiyên Rûsya û Komeleya Dewletên Serbixwe(KDS) hatine kuştin. Wezareta Derve ya Rûsyayê teqez kir ku leşkerên rûs di wan pevçûnan de nehatine kuştin.

    Wezaretê di daxuyaniya xwe de got: "Welatiyên dewletên KDS û Rûsyayê di peçvûnên dema dawî yên ku pêk hatine û leşkerên rûs beşdarî wan nebûne de jiyana xwe ji dest daye yan jî birîndar bûne."

    Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin ku alîkariya bijîşkî bo birîndaran tê kirin û piştgirî tê dan da ku vegerin Rûsyayê.

    ‘NE LEŞKER IN'

    Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand ku îdiayên di encama êrişa koalîsyona navdewletî ku Amerîka pêşengiya wê dike, de bi dehan ango bi sedan leşkerên rûsî hatine kuştin, dezenformasyoneke klasik e.

    Zaxarova wiha pê de çû: "Li gorî daneyên destpêkê, di şerekî ku sedemê wê nediyar de 5 kes dimirin û ev li girî texmînan hemwelatiyên rûsî ne. Lê divê ev agahî bê piştrastkirin. Bi taybetî jî ev hemwelatiyên rûsî ne an ne. Carek din dubare dikin, ti eleqeya wan bi leşkerên rûsî tine ye."

    Bi heman mijarî:

    'Divê Rûsya ji bo Efrînê gavên dîplomatîk biavêje'
    Senatorê rûsî: Îdîayên ku Amerîka dibêje Rûsya hêza xwe zêde dike ne rast in
    Yekîtiya Erebî: Destwerdana Efrînê li xweşa me naçe, divê Rûsya bikeve tevgerê
    Bogdanov: Rûsya amade ye ji bo Efrînê navbeynkariyê bike
    Lavrov: Tenê Sûriye û Rûsya li dijî terorê têdikoşe
    Rûsya bo DYAyê: Li Sûriyeyê bi agir nelîzin
    Etîketan:
    leşker, rûsî, Mariya Zaxarova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de