17:25 24 Nîsan 2018
    Wezîrê Karên Derve Sergey Lavrov

    Lavrov: Em daxwazên kurdan û fikarên Tirkiyeyê fam dikin

    © REUTERS / Maxim Shemetov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 12

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi hevkarê xwe yê Pakistanî Hoca Muhammed Asif civîneke hevpar lidar xist. Lavrov di civînê de got, em daxwazên kurdan û fikarên Tirkiyeyê fam dikin û diyar kir ku divê di vê mijarê de spekulasyon neyên kirin.

    Sergey Lavrov piştî hevdîtina hevkarê xwe Wezîrê Karên Derve yê Pakistanê Hoca Muhammed Asif re civiya, daxuyaniyek da. Lavrov di daxuyaniya xwe de derbarê rewşa Efrînê de axivî û got, "berjewendiyên ewlehiyê yên Tirkiyeyê bi diyaloga rasterast a bi Şamê re dikare bê parastin."

    'EM DAXWAZÊN KURDAN Û FIKARÊN TIRKIYEYÊ FAM DIKIN'

    Lavrov bilêv kir, Rûsya fikarên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê û daxwazên kurdan fam dike û diyar kir ku divê di vê mijarê de spekulasyon neyên kirin.

    Di vê mijarê de Lavrov civînên Astanê û gotûbêjên di navbera serokê Rûsya, Tirkiye û Îranê bibîr xist û lê zêde kir, "Em daxwazên kurdan ên rewa û fikarên Tirkiyeyê qebûl dikin. Ya ku em qebûl nakin û li hember derdikevin hewildan û spekulasyonên hêzên biyanî ku tu pêwendiya wan bi mafê rewa yên kurdan re tune ye."

    ‘LÎSTIKA AMERÎKAYÊ YA LI ROJHILATÊ FIRATÊ RÛDANÊN EFRÎNÊ PROVOKÊ KIR'

    Lavrov amajê pê kir ku Amerîka li rojhilatê Firatê bi mehan lîstik kirin û got, Amerîkayê bi vê lîstikê rûdanên li Efrînê provoke kirin.

    ‘DIVÊ KURD JI BO DABEŞKIRINA SÛRIYEYÊ NEYÊN BIKARANÎN'

    Lavrov derbirî ku ji bo kûrkirina qeyranê li herêmê û dabeşkirina Sûriyeyê kurd neyên bikaranîn.

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    Etîketan:
    Daxuyanî, Sergey Lavrov, Sûriye, Pakistan, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de