05:00 21 Nîsan 2018
    Efrîn

    'Divê Rûsya ji bo Efrînê gavên dîplomatîk biavêje'

    © REUTERS / Khalil Ashawi
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokê Komîteya Pêwendiyên Navneteweyî yê parlementoya Rûsyayê Dmitriy Novîkov daxuyand ku ji bo bûyerên Efrînê venegerin pevçûnên bi çekan yên navnetewî divê Rûsya navbeynkariyê bike û gavên dîplomatîk biavêje.

    Novîkovê ku ji çapemeniya rûsî re axivî got: "Tirkiye wek berê, niha jî dixwaze di mijara Sûriyê de rolek girîng dilîze. Rewşek drmatîk li ber çavan e, divê Rûsya ji bo bûyerên Efrînê venegerin pevçûnên bi çekan yên navnetewî navbeynkariyê bike û gavên dîplomatîk biavêje.

    ‘HEKE ARTÊŞA SÛRIYÊ BIKEVE EFRÎNÊ DIVÊ CIHÊ ÇARESERKIRINÊ ASTANA BE'

    Dmitriy Novîkov daxuyand ku heke artêşa Sûriyeyê bikeve Efrînê divê bi pêvajoya Astanayê mijar bê çareserkirin, her wiha rêvebiriya Şamê li ser xaka Sûriyeyê biryarê distînin, divê Tirkiye bi vê hişmendiyê ve tevbigere.

    Bi heman mijarî:

    Karayilan: Daxwaza Tirkiyeyê tenê ne Efrîn e dixwaze...
    Xaça Sor a Navnetewî: Em hîn jî xwe nagihînin Efrîn û Xutaya Rojhilat
    CHP: Efrîn ne leystoka AKPê ye
    Mijarên di rojeva Tillerson de 'Efrîn û mafê mirovan e'
    Kiliçdaroglu: Efrîn wê bibe gola xwînê
    Etîketan:
    pevçûn, şer, Efrîn, Dmitriy Novîkov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de