18:40 20 Gulan 2018
    Yevgeniy Serebrennikov

    Senatorê rûsî: Îdîayên ku Amerîka dibêje Rûsya hêza xwe zêde dike ne rast in

    © Sputnik / Anton Denisov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê Serokê Komîteya Ewlehî yê Konseya Federasyona Rûsyayê Yevgeniy Serebrennikov di axaftina xwe de bersiva îdîayên Amerîkayê da û ragihand ku ne raste ku Rûsya hêza xwe li Deryaya Reş zêde dike.

    Cîgirê Serokê Komîteya Ewlehî yê Konseya Federasyona Rûsyayê Yevgeniy Serebrennikov di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de got: "Di demên dawî de Amerîka gelek caran Rûsya bi sûcan tohmetbar kir. Sûcdariyên ku Rûsya qapasîteya nûkleerî û hebûna leşkerî zêde dike jî kirin. Niha jî dibêje Rûsya hebûna xwe ya leşkerî li Deryaya Reş zêde dike. Ev hemû derew in û ti eleqeya wan bi rastiyê tineye."

    Yevgeniy Serebrennikov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Amerîka bi van derewan dixwaze guvaşên siyasî li ser Rûsyayê zêde bike. Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Wezîrê Parastinê Sergey Şoygu jî çend caran gotin ev hewldan wê bi ser nekevin."

    Berê CNNê jî gotibû Amerîka ji bo li Deryaya Reş rê li ber hebûna Rûsyayê bigre hêza xwe zêde dike û Amerîkayê destroyerên xwe yên bi navê USS Carney û USS Ross şandibûn herêmê.

    Bi heman mijarî:

    Amerîkayê keştiya xwe ya şer şande Deryaya Reş
    Keştiya antî-noqav a Rûsyayê li Deryaya Japonê moşek avêtin
    Keştiya şer a amerîkî li Montrelê di nava qeşayê de mehsûr ma
    Derbarê Keştiya Nûh de îdiayên nû
    Keştiya qeşaşikên ya nûkleerî ya ewil a cîhanê berî bi 60 salî daket avê
    Etîketan:
    Cîgirê Serokê Komîteya Ewlehî yê Konseya Federasyona Rûsyayê, Yevgeniy Serebrennikov, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de