08:04 25 Nîsan 2018
    Berdevk Mariya Zaxarova

    Rûsya: Amerîka hêjî ji kurdan re çekan dişîne

    © Sputnik /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand ku Amerîka hêjî ji kurdên Sûriyeyê re çekan dişîne.

    Mariya Zaxarova di civîna çapemeniyê ya heftanê de axivî û diyar kir ku Amerîka hê jî ji kurdên Sûriyeyê re çekan dişîne û bi vê yekê Tirkiyeyê provoke dike.

    ‘AMERÎKIYAN DI SER IRAQÊ RE KARWANÊN NÛ YÊN ÇEKAN ŞANDINE JI KURDAN RE'

    Zaxarova, "Amerîkiyên ku Tirkiyeyê provoke dikin, di ser Iraqê re bo kurdan karwanên nû yên çekan şandin. Li hemberî vê yekê Tirkiye di operasyona li dijî Efrînê berdewam e."

    Zaxarovayê herwiha anî ziman ku di navbera Tirkiyeyê û kurdên Sûriyeyê de şerên giran diqewimin.

    ‘AMERÎKAYÊ TEVÎ KURDAN LI HEMBER ARTÊŞA SÛRIYEYÊ ENIYEK AVA KIRIYE'

    Ji aliye din ve Zaxarovayê bilêv kir ku Amerîka bi hevalbendên xwe yên kurd re li hemberî Artêşa Sûriyeyê eniyeke eşkere ava kirin.

    EM JI VAN ÇALAKIYÊN AMERÎKAYÊ NÎGERAN IN'

    Zaxarovayê da zanîn, "Yekîneyên amerîkî ji bo milîtanên DAIŞê 55 kîlometrekareyên bejahiya herêma ewlekariyê ya Tanfê di dagîrkirinê de berdewam e. Amerîka li rojhilatê Firatê bi hevalbendên xwe yên kurd re li hemberî Artêşa Sûriyeyê eniyeke ava dike. Em ji van çalakiyên Amerîkayê nîgeran in."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova: Gotinên dijberiya Rûsyayê yên Amerîkayê xebatan asteng dike
    Zaxarova: Hebûna leşkerî ya Amerîkayê li Sûriyeyê gef e li ser yekrêziya xaka Sûriyeyê
    Zaxarova: Welatên Rojava bi yekîtiya Sûriyeyê re eleqedar nabin
    Zaxarova: Nûnerên kurd wê di Kongreya Dîyaloga Niştimanî ya Sûrîyeyê de beşdar bibin
    Zaxarova: Rûsya, dev ji lidarxistina Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyê bernade
    Etîketan:
    Alîkariya çekan, Hebûna Amerîkayê li Sûriyeyê, Çareseriya Pirsa Sûriyeyê, Mariya Zaxarova, amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de