13:58 25 Nîsan 2018
    Vladimîr Pûtîn û Selman Bin Ebdulezîz

    Pûtîn û Qral Selman Sûriye nirxandin

    © Sputnik /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Qralê Erebistana Siûdî Selman bin Ebdulezîz bi rêya telefonê Sûriye û pêşveçûnên dawî yên kendavê nirxandin.

    Vladimîr Pûtîn û Qral Selman
    © Sputnik / Mihayil Klimentev
    Ofîsa Çapemenî ya Kremlînê di daxuyaniya xwe de ragihand ku Pûtîn û Qral Selman rewşa Sûriye ya piştî Kongreya Diyaloga Neteweyî li Soçiyê pêşveçûnên dawî yên kendavê nirxandin.

    Li gor daxuyaniyê Qral Selman di axaftina xwe de behsa Qetar û têkiliya welatên din ê herêmê kir û Pûtîn jî di axaftina xwe de gotiye krîza heyî ya herêmê bandoreke erênî li tekoşîna dijî terorê nake û aramiya Rojhilata Navîn têk dibe.

    Herwiha herdu serokan di axaftina xwe de mijarên enerjî, teknîkî-leşkerî û bazirganî nirxandin û ji bo pêşxistina têkiliyan li hev kirin.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn berî zîrveya sê alî li ser meseleya Sûriyê bi Netanyahû, Sîsî û Qral Selman re axifî
    Pûtîn û Qral Selman, krîza Qeterê axivîn
    Ji Pûtîn û Qral Selman daxwaza zêdekirina têkoşîna dijî terorê
    Etîketan:
    Qralê Erebistana Siûdî, Serokê Dewleta Rûsyayê, Selman bin Ebdulezîz, Vladimîr Pûtîn, Erebistana Siûdî, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de