20:26 24 Gulan 2018
    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova

    Rûsyayê derbarê qeyrana li Behra Spî ya di navbera Tirkiye û Kibrisê de daxuyaniyek da

    © Sputnik /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevka Wezareta Karên Derve Mariya Zaxarova derbarê qeyrana li rojhilatê Behra Spî ya di navbera Tirkiye û Kibrisê de daxuyaniyek da û bang li aliyan kir ku ji zêdekirin rakêşiyan dûr bisekinin.

    Berdevka Wezareta Karên Derve Zaxarova ji çapemeniya Îtalî AGIyê re derbarê çalakiyên Kibrisê yên li ser Herêma Aborî ya Munhasir (MEB) daxuyaniyek da.

    "Em mijarên li MEB a Kibrisê bi fikar dişopînin. Em bang li hemû aliyan dikin da ku ji zêdekirin rakêşiyan dûr bisekinin."

    Zaxarova bilêv kir ku hêvîdar im alî li gorî normên hiqûqî hereket bikin.

    ‘JI BO ÇARESERIYÊ RÊYÊN AŞTIYANE BÊNE HILBIJARTIN'

    Zaxarova bang li kir ku rêyên aştiyane bigerin û bibîr xist ku divê rûdanên ku di qewimin di warê mijarên bi îxtîlaf de di çarçoveya parametreyên NY û di demeke nêz de were çareserkirin.

    ‘HELWESTA RÛSYAYÊ NEGUHERÎ YE'

    ‘Helwesta Rûsyayê dewam dike. Em ji çareseriyeke ku li xêra şêniyên Kibrisê be. Em piştgiriya wê yekê dikin ku çareseriyeke ku hemû alî qebûl bikin û piştgiriyê bidinê."

     

    Bi heman mijarî:

    Nûnerê NYyê: Dawiya rewşa Efrînê ne zelal e
    ‘Di encama êrişa PKKê ya li Zaxoyê de 30 leşkerên tirk hatin kuştin'
    Tillerson: Divê em rêyekê peyda bikin ku bi Tirkiyeyê re bixebitin
    Serpil Kemalbay dest bi grêva birçîbûnê kir
    ‘Têkiliyên Washington û Enqerê her diçe xerabtir dibe’
    Etîketan:
    Daxuaynî, Mariya Zaxarova, Tirkiye, Kibirs, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de