04:40 26 Sibat 2018
Zindî
    Dmitriy Peskov

    Peskov: Di dest Kremlînê de derbarê hejmara miriyan de ti agahî tune ye

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Kremlînê Dmîtrîy Peskov li ser hemwelatiyên rûs yên Sûriyeyê dijîn axivî û wiha got, 'li erda Sûriyeyê dibe ku hemwelatiyên rûsî hebin, lê ti têkîliyên wan bi Artêşa Rûsyayê re tuneye.

    Berdevkê Kremlînê Dmîtrîy Peskov di civîna çapemeniyê de îdiayên ku di operasyona hevpeymanê ya bi pêşengiya DYAyê de a di 7ê Sibatê de li Sûriyeyê pêk hat û gelek hemwelatiyên rûs mirine derewand. Peskov: "Li Sûriyeyê hemwelatiyên rûs hene ev nayê înkarkirin, lê ti têkîliyên van kesana bi Hêzên Artêşa Rûsyayê re tuneye."

    Rojnamevanekî ji berdevkê Kremlînê Dmîtrîy Peskov pirsî ku gelo ji bo gelek hemwelatiyên rûs yên li Sûriyeyê jiyana xwe winda kirine wê şîn bê girtin an na? wiha got: "Di dest Kremlînê de derbarê hejmara miriyan de ti agahî tunene, ji ber vê jî vê pirse bê wate dibinim."

    Her wiha Peskov îdiayên derbarê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn de tên bilêv kirin ku hin geşt û civînên xwe ji bo guftogokirina mirina hemwelatiyên rûs yên li Sûriyeyê betal kiriye jî derewand.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Îdaiyên ku li ser baregeha Hmeymîmê êrîş pêk hatiye derew in
    'Rûsya û Tirkiye ji bo S-400an plan dikin ku peymaneke din îmze bikin'
    ‘Rûsya piştgiriya kurdan dike lê ji zirarên cudaxwaziyê jî haydar e'
    Rûsya: Kurd beşekî ji Sûriyeyê ne û divê beşdarî pêvajoya aştiyê bibin
    Etîketan:
    DYA, berdevk, operasyon, Rûsya, Dmîtrîy Peskov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de