04:56 26 Gulan 2018
baregeha Hmymîmê ya Rûsyayê

Rûsya: Îdaiyên ku li ser baregeha Hmeymîmê êrîş pêk hatiye derew in

© Foto: Rusya Savunma Bakanlığı
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Wezareta Parastin a Rûsyayê îdaiyên ku di 1ê Rêbendanê de li ser baregeha Hmeymîmê bi navgînên hewayî yên bêmirov êrîş pêk hatiye derewand. Wezaretê derbarê îdiayan de daxuyaniyek weşand û tê de got, "Tu bombebaran û êrîşên din pêk nehatiye."

Li gorî ajansa RBK ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî ji Wezareta Parastin a Rûsyayê, îdia kir ku di 1ê Rêbendanê de li ser baregaha hewayî ya li Hmeymîmê bi navgînên hewayî yên bêmirov êrîş pêk hatiye.

Derbarê mijarê de Wezareta Parastin a Rûsyayê daxuyaniyek da, di daxuyaniya wezaretê de hat gotin ku ‘Nûçeyên bi sernavên, bi topên hawanê erîşî baregaha hewayî ya li Hmeymîmê kirin ne rast in, tevahiya wan derew in. Di 1ê Rêbendanê de li baregehê xebatên rojane hatin kirin, ti bombebaran û êrîşên din pêk nehatiye. Ajansê bi vê nûçeyê agahiyên xelet da ye û spekulasyonan dike.

Her wiha di 6ê Rêbendanê de li Hmeymîmê, baregeha Tartûsê jî di nav de li ser têsîsên leşkerên rûsî bi navgînên hewayî yên bêmirov êrîş pêk hatibû û wezaretê vê êrişê piştrast kiribû.

Bi heman mijarî:

Rûsya: Milîtanan bi NHByan êrîşê baregeha Hmeymîm û Tartûsê kirin
Rûsya bipêşxistina baregehên Hmeymîm û Tertûsê didomîne
Êrîş li dijî qereqola artêşa tirk: leşkerek mir û 5 leşker jî birîndar bûn
Li Şamê bi roketan êrîş kirin: 3 kesan can da
Li dijî koma ku balafira rûsî xist, êrîş hat pêkanîn: Herî kêm 30 mirî
Etîketan:
Hmeymîm, Êrîş, Bombebaran, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de