04:56 26 Gulan 2018
Balafir

‘Îdiayên ku bi sedan hemwelatiyên rûs li Sûriyeyê mirine derew e'

© AFP 2018 /
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê derbarê îdiayên ku li sûriyeyê bi sedan hemwelatiyên rûs di operasyona hevpemanê ya bi pêşengiya DYAyê de mirin e derewand: "Nûçe ne rastin û dezenformasyonin."

Çavkaniyek ji Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê derbarê îdiayên ku di çapemeniyê de cih digrin û tê gotin ku di operasyona hevpeymanê ya bi pêşengiya DYAyê ya li Sûriyeyê de gelek hemwelatiyên rûsî mirine derewand. Çavkaniya ji Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ragihand ku nûçeyên di Bloomberg û medyayên çapemeniyê de belav bûn û gotin bi sedan hemwelatiyên rûsî di operasyona hevpeymanê de mirine ne rastin û dezenformasyonin.

Hevpeymana bi pêşengiya DYAyê di 7ê Sibatê de li rojhilatê Çemê Firatê li ser hêzên hikûmetê ku êrîşî çeperên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kiribûn operasyon li darxistibû. Di çapemeniyê de cih girt ku çavkaniyekî amerîkî bilêv kiriye ku di operasyonê de bi sedan leşker mirine. Piştre di hin medyayên çapemeniyê de hat ragihandin ku di operasyonê de gelek leşkerên rûs mirine.

Bi heman mijarî:

Artêşa Tirk hêrêma Kurdistanê bombebaran dike
Artêşa Tirkiyê: Di operasyona li hember Efrînê de du leşkerên tirk jiyana xwe ji dest dan
‘Di 17 rojan de 11 tankên artêşa tirk hatin rûxandin'
Çend şîret ji bo mirov bi jinên rûs re jiyaneke bextewan bidomîne
Keçeke rûs di vekirin û lihevsiwarkirina kalaşînkovê de rekor şkand
Rojnamevanê rûs: Tirkiye deverên dûrî çeperên şerî bombebaran dike
Etîketan:
hevpeyman, şer, nûçe, Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de